Li çoltera Licê şer: 6 leşker birîndar bûn 2017-05-31 15:07:29 AMED - Di şerê li bejahiya Licêya Amedê de 6 leşker birîndar bûn. Li bejahiya 104 gund û gundikên navçeyên Licê, Hezro, Pîran, Karaz û Pasûrê bi tevlîbûna 10 hezar leşker, polîs û cerdevanan operasyon hatibû destpêkirin û div an operasyonan de şer derket. Di saetên serê sibê de, li bejahiya navçeya Licê di navbera leşkerên derketin operasyonê û HPG’iyan de şer derket û 2 leşker birîndar bûn. Leşker ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Amedê. Piştî saetên nîvro jî dîsan li bejahiya navçeya Licê şerek hat jiyîn. Di vî şerî de jî 4 leşker birîndar bûn. Operasyon berdewam dike.