Ji KCD'ê serdanên piştevaniyê 2017-05-31 15:35:55 ÊLIH - Heyeta KCD'ê li Êlihê çû serdana rêxistinên civakî yên sivîl û komeleyan û peyama di pêvajoya dijwar de li cem wan e da. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamên dîwana serokatiyê Salîha Aydenîz, Dîlek Adsan, Musa Farisogullari, Sertaç Okay û Gulîstan Akel li Êlihê çû serdana piştevaniyê ya saziyan. Heyet çû serdana Sendîkaya Petrol Îş'ê, Komeleya Mafên Mirovan, Baroya Êlihê, TMMOB, DÎSK û KESK'ê. heyet ewil çû serdana Sendîkaya Petrol Îş'ê û bi rêveberên sendîkayê ve hevdîtin pêk anî. Leyla Guven li vir got ku ew ji pêvajoyekî dijwar derbas dibin, wekî KCD dê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û peyama ku dê bi hemûziyan re bin dan. Heyet piştre çû ÎHD'ê û bi rêveberan re hevdîtin pêk anî. Heyetê li vir jî bal kişand li ser binpêkirinên mafan û piştî serdana vê derê jî çû serdana Baroya Êlihê û li vir serokê baroyê û bi rêveberan re hevdîtin pêk anî.