Li Licê şer dijwar bû: 3 leşker mir, gundê Zara hat valakirin 2017-05-31 16:03:20 AMED - Li 6 navçeyên Amedê di operasyona bi beşdariya 10 hezar leşkeran hatiye destpêkirin de hate hînbûn ku herî kêm 3 leşker mirine, gelek leşker û cerdevan birîndar bûne. Leşkerên ku ketin gundê Zara anonsa "di nava 10 deqîqeyan de gund vala bikin, balafir û helîkopter dê bombebaran bikin" kirin. Welatî bi peyatî gundê xwe diterikînin. Walîtiya Amedê piştî ku 104 gund û gunikên navçeyên Licê, Hezro, Hênê, Pîran, Karaz û Pasûrê qedexe îlan kir, operasyona bi beşdariya 10 hezar leşker û cerdevanan hate destpêkirin di roja 3'yemîn de berdewam dike. Bi taybetî jî gelek leşker li çoltera Licê hatin bicihkirin, di şerê qewimî de îro 3 leşker mirin 5 leşker û cerdevanek birîndar bûn. 'DÊ BALAFIR Û HELÎKOPTER BOMBEBARAN BIKIN' Leşkeran bi ser gundê Zara ya 500 metre durî cihê operasyonê ne de girtin. Li gundê ku 43 malbat dijîn leşkeran ji bo gund bê valakirin yek bi yek bi ser malan de girtin û anons kirin. Di anonsa ku ji mizgefta gund hate kirin de wiha hat gotin: "Di nava 10 deqîqeyan de gund vala bikin. Dê balafir û helîkopter bombebaran bikin." Li ser pêkûtiya leşkeran a ji bo valakirina gund nêzî 300 kesan bi peyatî gnud terikandin. Hate hînbûn ku gundî hewl didin xwe bigihînin navçeya Karazê ya 10 kîlometre durî gund e. BI DAYIKA XWE YA 100 SALÎ RE MA Welatiyekî gund ê ku me bi telefonê xwe gihand diyar kir ku bi dayika xwe ya 100 salî re li malê maye. Welatî wiha got: "Şer 500 metre durî me ye. Serê sibehê saet 10.00'an heta niha berdewam dike. Çiya bi helîkopteran hate bombebarankirin. Hê jî dû bilind dibe. Ji me re gotin malên xwe vala bikin. Mirov derdikevin. Yek bi yek li malan lêgerînê dikin. Kal, pîr, zarok, jin, nexweş hemû ketinser riyan. Dayika min pîr e. Ma em ê mal û sewalên xwe bihêlin biçin kû derê? Em bi dayika xwe ya 100 salî re tenê li malê ne."