Hamzaoglu: Em dikarin bi yekîtiyê bi ser bikevin 2016-12-04 14:21:41 STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu, di civîna meclîsa HDK’ê de diyar kir ku êdî dema wan a winda bikin tune û got: “Ji bo serkeftinê yekane rê yekîti ye. Her ku em rawestin dê komkujî zêde bibin. Divê em yekîtiya rê û yekîtiya çalakiyan xurt bikin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag jî peyam şand xwest kampanyayê mezin bikin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Civîna Meclisa Giştî li avahiya HDP’ê ya Stenbolê pêk anî. Di civîna ku der barê rêveberiyê de biryar bên girtin, Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Koçyigit û Onur Hamzaoglu endamên Meclisa HDK’ê û gelek kesên din amade bûn. Berî civinê, hevberdevkan daxuyanî dan çapemeniyê. ‘DESTÊ SERMAYEYA DEWLETÊ DI BÊRÎKA GEL DE YE’ Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu jî Serokê Kuba Fidel Castro bibîr anî û dest bi axaftinê kir. Hamzaoglu,helwesta Serokomar Erdogan a "Dowîzên bin bahlivê derxin û hûr bikin. Dowîzên xwe bikin pereyên tirk” rexne kir û got. “Destê sermayeya dewletê di berîka gel de ye.Ev her diçe kûr dibe. 50 salin em ferî axaftina der barê şer de bûn, lê niha bêtir şer nêzî me ye. Serokê dewleta DYA’yê Donald Trump, nîşan dide ku dê disa polîtîkayen Keynessci têxe meriyetê. Diyar dike ku dê dîsa binesaziya aboriya DYA’yê ji nûve ava bike.” ‘DEMA ME YA EM WINDA BIKIN TUNE’ Hamzagolu, da zanîn ku li Tirkiye cuhadiya hêzan ji holê rabûye û ev ji bo Tirkiye ne rewşek baş e û wiha got: “Êdî dema me ya em winda bikin tune.Her dema ku em derbas dikin komkujî pêk tên. Divê em bipirsin ku em çawa dikarin li pêş şer bibin asteng. Em çawa dikarin destûr nedin ku mirovan têxin nava şer. Em dikarin bi çalakiyên hevpar û rêya hevpar li pêş şer û komkujiyan bibin astegn. Em dikarin bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin. Wekî HDK dibe ku em di vê pêvajoyê de hinekî zahmetiyan bijîn. Lê ev ne qeder e. Em dikarin bi hevre bi ser bikevin. Divê em zanibin em li welatekî çawa dijîn. Hevserokên HDP’ê, wekîlên HDP’ê û siyasetmedarên kurd tên girtin. Bi tundî û zordariyê vîna gel binçav dikin û digirin. Rêvberên rêveberiyên herêmî yek bi yek digirin. Divê em li dijî vê yekê bêtir hêzên muxalif bibin yek û di nava yekîtiyê de têkoşina xwe xurttir bikin. “ ‘JI BILÎ ŞER JIYANEK DIN JÎ PÊKAN E’ Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigit jî anî ziman ku niha li cîhanê qeyrana rejima kapîtalîzme heye û hêzên navneteweyi dixwazin vê qeyranê bi şerê cîhanê derbas bikin. Koçyiğit, destnîşan kir ku şerê li Sûrî û Iraqê ji bo hêzen navneteweyî yên hegemonik xwe tatbîn bikin pêş dixin û wiha got:”Ji bilî kuştin, xwînê û hêsirên çavan encamên wê yên wekî din jî hene. Jiyanek din jî pêkan e. Em bawer dikin ku ji bilî şer û kuştinê jiyanek din jî pêkan e. Li Rojava mînake vê yekê hene. Rewşa Şirnex, Şîrvan, Aladag hemû berhemên pergala kapitalist e. Ji ber şertê kar mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji ber feraseta dagirkeriyê li bijaran şer pêş dikeve û mirov jiyana xwe ji dest dan. AKP 14 salin îktidar e. Niha Qesr pêşengiya hişmendiya vê yekê dike. Kuştina zarokên li yurdê encama politîka û feraseta qesrê ye. Li vî welati hin li ser keda hin kesê din xwe dide jiyandin. Hin dimirin hin kes li ser van mirinan xwe dide jiyandin. Em wekî HDK’ê heta dawî dê şopdarê vê yekê bin. Hevserokên HDP’ê hatin girtin. Ev dijminantiya vîna gel e. OHAL û KHK’a hat îlankirin darbeya li dijî demokrasiyê ye. Îro AKP û MHP li hev kirin. Dixwazin serokdewletiya turk tîpî ava bikin.Niha hemû pêkanîn li dijî zagonan in. Sibê hilbijartin pêk bê gel dê hesabê vê yekê bipirse. Tirsa wan ev e. Em HDK dê li dijî vê yekê têbikoşin. Niha dîsa operasyonên li dijî Qandîl û Sîncarê dixin rojevê. Lê ev operasyon çareseriye bi xwe re nînin. Kurd bi van operasyonan xelas nabin. Girtina Ahmet Turk, Gulten Kişanak û daxwaza 300 sal ceza ya ji Kişanak re ne çareserî ye.Çareserî bi aşbûn û li hevhatina bi kurdan re pêş dikeve. PEYAMA FÎGEN HAT XWENDIN Peyama Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag ku bi rêya parêzeran şandibû jî hat xwendin. Yuksekdag, di peyama xwe de xwest kampanya li dijî OHAL’ê dane destpêkirin bêtir mezin bikin û pêş bixin. Yuksekdag, anî ziman ku ev kampanya dê polîtîkayên şer ên AKP’ê têk bibe. Yuksekdag, heri dawî silav û serkeftinên xwe ji HDK’ê re pêşkêş kir. Civîn piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.