Li Licê dagiriya tirtûlan: Îdîaya 'Bi zanebûnî tên belavkirin' 2017-06-01 09:23:18 AMED - Ekosîstem û riweka nebatî ya Licê niha ji ber dagiriya tirtûlan bi xetereyê re rû bi rû ye. Ji ber dagiriya tirtûlên ku li herêmê pelên berûyan dixwin, hema bêje dar şilfîtazî man. Welatiyên ku li gundê ku dagiriya tirtûlan lê hene dijîn, îdia dikin ku ji bo daristan bên tunekirin bi zanebûnê tirtûl hatine avêtin. Tirtûlên ku li navbera gundê Xosor û Mergê yên Licê ya Amedê belav bûne, bi awayekî zêde zirarê didin ekosîstema herêmê. Ji ber dagiriya tirtûlên ku li herêmê pelên berûyan dixwin, hema bêje dar şilfîtazî man. Her wiha welatiyên ku li gundê ku dagiriya tirtûlan lê hene dijîn, îdia dikin ku ji bo daristan bên tunekirin bi zanebûnê tirtûl hatine avêtin. GUNDÎ: BI ZANEBÛNÎ TIRTÛL TÊN BELAVKIRIN Welatiyên ku li gundê ku dagiriya tirtûlan lê hene dijîn, diyar dikin ku ji bo daristanên berûyan bên tunekirin, dewlet bi zanebûnî tirtûlan berdide nav daristanan. Gundî, tînin ziman ku di bin navê "Têkoşîna li dijî terorê" li herêmê daristan jî di hedefa polîtîkayên ewlehîparêz de ne. Gundî diyar dikin ku, berê jî bi hinceta "PKK'yî lê dihêwirin" gelek caran daristan hatine şewitandin û vê carê jî tê xwestin ku bi tirtûlan bên tunekirin. Gundiyan, derpêş kir ku bi sedhezaran hêkên tirtûlan ji hêla balafirên leşkerî li daristanan hatine belavkirin. ‘BERÊ EM RASTÎ TIŞTEKÎ WISA NEHATIBÛN' Eshat Daghan (45) ku li gundê Xosorê dijî, diyar kir ku berê ew qet bi tiştekî wisa re rû bi rû nemane û wiha axivî: "Tiştekî ku em dizanin heye. Ew jî ev e ku, dewlet ji bo van daristanan tune bike van tirtûlan davêje van deran. Tirtûl wek dermanekî jehrî daristanan, darên fêkiyan, nebatan û her tiştî tune dikin. Pelên daran dixwin û wan bê pel dihêlin. Li cihê ku lê dimînin ne dar, ne fêkî, ne giya tu tiştî nahêlin. Ji bilî erdekî tazî tiştekî nahêlin. Tiştekî zaf ecêb e. Berê em qet rastî tiştekî wisa nehatibûn. Di 3-4 salên dawî de ev tirtûl derketin holê. Ji ber vê daristan û darên me yên fêkiyan zirareke mezin dibînin. Niha hemû bi tunebûyînê re rû bi rû ne. Dibe ku mirov zirarê ji vê bibînin. Niha em nizanin. Em dixwazin di vî warî de rayedarên dewletê bi hestiyarî tevbigerin. Divê çareyek ji vê re bê dîtin. Em debara xwe bi sewalvanî û çandiniyê dikin. Heke wisa bidome dê li van deran çandinî û sewalvanî neyê kirin." Daghan, dest nîşan kir ku di serdemên dawî de ji ber nêvenga pevçûnî û "qedexeyên derketina derve" êdî ew nikarin sewalvanî û çandiniyê bikin û wiha got: "Bi bi top, obus û hewanên ku her roj ji Qereqola Tabantepeyê tên avêtin daristan tên bombebarankirin. Ewlehiya me ya jiyanî nemaye. Êdî em newêrin heywanên xwe bi qasî 200 metreyî jî derxînin derveyî gund."