Navenda çandê dewrî TUGVA'yê hat kirin: Peyva 'Laleş' hat derxistin, wêneyê 'Ehmedê Xanî' hat rakirin 2017-06-01 09:26:54 ŞIRNEX - Navenda Çandê ya Laleşê ya ku girêdayî Şaredariya Silopiyayê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, dewrî TUGVA'yê hat kirin. Weqfê ewil peyva "Laleş"ê derxist û wêneyên ramyar û hunermendên kurd ên wek Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Qerapetê Xaço, Ayşe Şan, Meryem Xan rakirin. Her wiha heman weqf qursên zimanê osmanî vekirin. Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê ya ku girêdayî Şaredariya Silopiyayê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, dewrî Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) hat kirin. Îcraeta ewil a endamên TUGVA'yê ew bû ku, peyva "Laleş"ê ji nav navê navendê derînin. DER BAR KURDAN DE ÇI HEBE HEMÛ JÊBIRIN Û RAKIRIN! Endamên TUGVA ya ku bi nêzîkatiya xwe ya AK Partiyê tê nasîn û piştî tayînkirina qeyûm nûnertiya wê li navçeyê hat vekirin, li navenda çandê hatin bicihkirin. Li avahiya navenda çandê çi motîfên aîdî çanda kurdî hebin hemû hatin jêbirin û rakirin. Li navenda çandê wêneyên ramyar û hunermendên kurd ên wek Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Qerapetê Xaço, Ayşe Şan, Meryem Xan, Hozan Serhed, Mem û Zîn hatin. Li vê navenda çandê ya ku berê zarok jî di nav de zêdeyî 200 kes di şaxên cuda de dihatin perwerdekirin, niha ji hêla endamên TUGVA'yê ve hema bêje veguherî navenda asîmlasyonê. Endamên TUGVA'yê yên bi awayekî jin û mêrtî qursên Qur'an û kompîturê didin, berê jî qursên îngilîzî û osmanî vekiribûn. Hat dîtin ku tenê endamên wan tevlî qursên osmanî bûn. Her wiha hat ragihandin ku, mamosteyên qursan ji bajarên din anîne.