Qeyûm axirên koçeran xira kir 2017-06-01 09:40:47 ÊLIH - Li Êlihê polîs û zabiteyan bi fermana qeyûm axirên koçeran xira kirin. Koçeran bi gotina “Zirara ku rafînerî dide nabînin lê bêhna sewalan wan nerihet dikin” bertek nîşanî xirakirinan da. Koçerên ku gundên wan di salên 90’î de ji aliyê dewletê be hatin xirakirin, li taxên cuda ên êlihê bicih bûn û jiyana xwe ya gund anîn bajar. Koçerên li gund sewal xwedî dikirin, ji ber bi zorê ji axa xwe hatin derxistin, hewl didin li bajaran çanda xwe bidin berdewamkirin. Koçerên li hemû taxan belavbûne, qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Aksoy bi daxuyaniya “li navenda bajar xwedîkirina sewalan zirarek mezin dide civak û derdor” xwest ku di nava mehekê de axir bên valekirin. Qeyûm tu riyên alternatîf nîşanî koçeran neda û di çarçoveya fermana weyûm di 29’ê Gulanê de derxistiye de bi hevkariya keyayê taxa GAP û Serokê Komeleya Koçeran Emîn Çelîk, polîs û zabiteyan airên koçeran ên ku sewal di hundirê wan de bûn bi kepçeyan xirakirin. Koçeran diyar kirin ku keyayê taxê bi qeyûm re li hev kiriye, bi zorê wan ji cihê wan dikin û ji ber cihên wan hatine xirakirin ji sewalên xwe re cih nedîtine û mecbûr mane ku bifiroşin. Koçeran, da zanîn ku ji wan re hatibû gotin ku dê piştî cejnê axir bên xirakirin û ji aliyê qeyûm ve gef li wan hatiye xwarin. ‘EM Ê BIÇIN KUDERÊ?’ Sevîm Yurîk (60) diyar kir ku beriya 40 salan ji Sîpanê Xelatê hatine Êlihê, ew mecbûr hiştin ku zozanan koçber bibin û wiha got: “40 sale bi sewalkariyê re mijûl dibim û ez debara xwe li ser vê dikim. Qeyûm û keyayê taxê zextê li me dikin û dixwazin me ji vir derxînin. Ji ber xirakirinê em mecbûr man sewalên xwe bi erzanî bifiroşin. Vir axa me ye. Em ê bi sewalên xwe re biçin kuderê? Polîs û zabit abi TOMA û panzeran hatin û dema sewalên me li nava axirê de bûn xwestin xira bikin. Xwedê vê qebûl nake.” ‘SEWAL ZIRARÊ NADIN TENDIRÛSTIYÊ’ Yurîk, bertek nîşanî îdîaya qeyûm a “zirarê didin civak û derorê” da û wiha pêde çû: “Sewal zirarê nadin tendirûstiyê. Yekane çavkaniya debara me sewalkariye. Em şîr û mastê sewalan difiroşin û debara xwe dikin. Dixwaze koçeriyê biqedîne û me ji çand û axa me qut bike. Ger cihekî bidin me em ê sewalên xwe bibin wir em nikarin bê sewalên xwe bijîn.” ‘ZILMÊ LI ME DIKIN’ Kasîde Behlan (50) anî ziman ku kesên ji bo xirakirinê hatine yekane çavkaniya debarê çêla wê bi zorê ji axirê derxistine, axir xirakirine û wiha domand: “Di dema xirakirinê de ji ber bi rojî bûm ji ser hişê xwe çûm. Bi TOMA, keçpe û hevkariya keya hatin û dema sewalên me li hundir bûn axirên me xirakirin. Me xwest pêşiya wan bigirin lê guh nedan me. Çêla min bi zorê derxistin û berdan kolanê. Di vê remezanê de zilmê li me dikin. Ji roja xwe nas dikim heta niha ez koçerim. Hêjî zilma dewletê didome. Destpêkê zozanên me qedexe kirin. Em mecbûr man bên bajar. Me li vir sewal xwedî kirin niha dibêjin ji vir herin. Bêmafî û zilama li me dikin didome.” ‘ZIRARA RAFÎNER DIDIN NABÎNE’ Adîl Yurîk (70) bi van gotinan bertekên xwe anî ziman: “Ji roja xwe naskiriye heta niha di nava sewalan de me. Min tu zirar ji sewalan ne dîtiye. Berovajî wê min gelek fêda wê dît. Zirara refîner didin nabînin lê ji ber bêhna sewalan nerihe dibin.”