Dozera ku riya qereqolê çêdikir hat şewitandin 2017-06-01 10:42:54 AMED - Li Farqînê makîneyên kar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di navbera qereqola polîs û taxê de rê çêdikirin hat şewitandin. Makine bê bandor bûn. Li taxa Konak a Farqîna Amedê li dijî makîneya kar êrîş pêk hat. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin li taxa Konakê dozerek girêdayî qeyûma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di riya navbera Lîseya Îmam Hatî a ku polîs wek qereqolê bikar tînin û taxê de rê çêdikir hat şewitandin. Dozera ku li ser kolanê parkirî bû di saetên şevê de ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve qabîna ajokar hat şewitandin. Makîneya kar an go dozera bê bandor bû ji cihê bûyerê şandin Amedê.