Ji qeyûm biryarek din a sosret 2017-06-01 13:05:13 WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê, biryara bêpere a otobûsên nav bajêr ku her roja pêrcşemê jin lê siwar dibûn betal kir û serî li sosretek din da. Li bajarê Wanê pêkanînên sosret ên qeyûmê hem li dijî saziyên jinê û hem jî li dijî hemû saziyên din berdewam dike. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ku di heman demê de waliyê Wanê ye Îbrahîm Taşyapan, biryara şaredariyaDBP’ê ya ku her rojê pêncşeman bê pere jin li otobusan siwar dibin betal kir. Jinên wanê yên ku ev bû demek dirêj bêpere her rojên pêncşeman li otobûsan siwar dibûn dê ji îro şûn ve rojên pêncşeman jî ji wan pere bê sitendin. Balkêş e ku di roja 8’ê Adar û Roja Dayikan de jî pere ji jinan otobus ji bo jinan bi perebûn û bi buhayê xwe siwarî otobûsan bû. PÊKANÎNÊN SOSRET DIDOM IN Qeyûm Taşyapan piştî dest bi kar kiribû, xebatkarê Daîreya Çandê kesê bi navê Sînan Baglan jî wek Serokê Midûriyeta Daîreya Polîtîkayên Jinan hat peywîrdarkirin. Piştî vê sosretê gelek xebatên saziyên jinan hatin rawestandin. Li gel navenda Wanê, qeyûmên navçeyan jî heman pêkanînên sosrte ên li dijî saziyên jinan pêkanîn û xebatên jinan dan rawestandin.