2 mermervan li goristanê bi derpkirinê hatin binçavkirin 2017-06-01 14:57:36 WAN - Li Artemêt 2 mermervanên ku gorên HDP’iyan çêdikirin bi derpkirinê hatin binçavkirin. Li taxa Suphana navçeya Artemêta Wanê 2 mermervan dema gorên HPG’iyan çêdikirin bi derpkirinê hatin binçavkirin. 2 mermervanên ku navê wan ne hatin zanîn û li ser daxwaza malbatan gorên hatine texrîpkirin çêdikirin ji aliyê polîsan hatin goristanê ve hatin derpkirin û hatin binçavkirin. Polîsên ku gorên hatine çêkirin jî texrîpkirin ne hat zanîn ku 2 mermervan birine kuderê.