Reqa nêziktir bû! 2017-06-01 15:01:38 REQA - Şervanên QSD'ê nêzîkî navenda Reqayê bûn. Bajar êdî bi çav tê dîtin. Bi nêzîkbûna QSD'ê ve tirsa DAIŞ'ê zêde bû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di operasyona Xezeba Firatê ya ji bo azadkirina Reqayê hatiye destpêkirin de her diçin pêş ve diçin. Şervanên QSD'ê ji rojava 15, ji bakur 5, ji rojhilat jî 2 kîlometre nêzîtî bajar bûn. Di navbera QSD û DAIŞ'ê de şerêr dijwar diqewime, Reqa kete menzîla şervanan. Ji rojhilat dorpêçkirina bajar temam bû, liv î tevgera DAIŞ'ê ya li hundirê bajar bi çav tên dîtin. Li Bajar tevgera wesayîtên DAIŞ'ê balê dikişîne. Dîmenên yekem ketin ber objetîfên me. Nazim Daştan - dîhaber