Girtiyên hatin sirgunkirin di hucreyên yek kesî de tên girtin 2017-06-01 15:21:33 XARPÊT - Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’an a Xarpêtê diyar kirin ku binpêkirinên mafan her diçe zêditir dibe girtiyên ku ji Amedê sirgûnî Xarpêtê hatine kirin di hucreyên yek kesî de tên girtin. Girtiyan banga bihistiyariyê li raya giştî kirin. Ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 17’ê gulanê de 50 girtî sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’an a Xarpêtê hatibûn kirin. Girtiyên hatin sirgûnkirîn ji roja birin Xarpêtê heta niha hêj di bin şert û mercên zehmet tên hiştin. Pêkanînên îşkenceya salên 1980’an ên girtîgeha Amedê xwe li Girtîgeha Xarpêtê dubare dikin û bi ser 20 girtî hêj di hûcreyên yek kesî de tên ragirtin. Girtiyên bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn behsa pêkanînên dij mirovane, binpêkirina mafên xwe kirin. Girtiyan ragihand ku wan dernaxin cihê bêhnvedanê û gotin hücre hêj wek înşatê ne û ji ber bêhna kamê nikarin bijîn. ‘HEMÛ MAFÊN ME DESTESER KIRIN E’ Girtiyan anî ziman ku ew bi xespkirin û binpêkirinên mafan ve rû bi Rû ne û ev agahî dan: “Rojnameya Rojeva Medya qet nadin me. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî carna didin me. Xwarinên me ne di wextê wê de didin me. Tenê di paşîv û fitarê de didin me. Hemû mafên me yên civakî jî desteser kirine. Ji bo ev binpêkirin bi dawî bibe û şertên me bên sererastkirin em serî li îdareya girtîgehê didin lê bersiva me nadin. Divê raya giştî û hemû derdorên demokratîk û saziyên mafê mirovan guh bidin bangên me û di nav liv û tevgerek hestiyarî de bin.”