Berî qeyûmê kîlîtên deriyên şaredariyan guherandin 2016-12-04 15:31:40 COLEMÊRG - Li şaredariyên Gever, Çelê û Şemzînana ku duh hevşaredarên wan hatin binçavkirin hêj lêgerîna polîsan berdewam dike. Polîsan kilîlên hemû deriyên odeyên şaredariyan guherandin. Li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê ku duh piştî hevşaredarên wan hatibûn binçavkirin polîsan di ser avahiyên şaredariyan de girtin û hêj lêgerîna polîsan berdewam dike. Komên polîsan ku bi maşîneyên zirxî der û dorên avahiyên şaredariyan pêçan, piştî avahiyên şaredariyan di ser avahiyên gerînendetiyên girêdayî şaredariyan jî girtin û li wan deran jî dest bi lêgerînê kirin. Polîsên alên tirk bi Şaredariya Şemzînanê ve daliqandin û kilîlên odeyên Şaredariya Geverê jî hemû guherandin. Hefteyên borî jî li hin şaredariyan heman rewş pêk hatibû û piştre qayyûm tayînî van şaredariyan hatibû kirin.