Li Şehbayê îşkenceyên ku xweziya xwe bi yên DAIŞ'ê tînin! 2017-06-02 09:12:33 KILÎS - Hat zanîn ku komên "Mertala Firatê" ji bo Şehbayê bikin tirkmen, îşkenceyên ku xweziya xwe bi yên DAIŞ'ê tînin li malbatên ereb kirine. Di dîmenên ku ketin destê me de, malbata ku li ser serê zarokên ku canê wan reşûşîn bûne feryad û fîxanan dikin wiha dibêjin: "Ma me çi kiriye ku em xistin vî halî." Hat îdiakirin ku bi îdiaya ku piştevaniya DAIŞ'ê kirine îşkence li malbatên ereb ên ku qaşo ji ber ku "ewle" ye derbasî herêma Şehbayê ya ku di bin kontrola komên TSK û OSO'yê de ne bûn, hatiye kirin. Di dîmenan de derket holê ku îşkence li malbateke ereb a ku koçî herêma El Raiyê ya ku di bin serweriya Lîwaya Sultan Murat û Lîwaya Fatih Sultan Mehmet de ye, hatiye kirin. Heman kom îdia kirin ku malbata ereb ku li gundê Ayyaşa yê girêdayî navçeya Elbeylî ya Kilîsê ye bi cih bûye, piştevaniya DAIŞ'ê kiriye û li ser vê ciwanê malbatekê birine qereqolê û îşkenceyeke ji mirinê xerabtir lê kirine û ev di dîmenan de jî xwe da der. Niştecihên herêmê diyar dikin ku, sedema sereke ya van îdiayan ew e ku herêmê ji kurd û ereban xalî bikin. Niştecihan got ku, têkiliya malbatê bi DAIŞ' re tune ye, lê ji bo çavê malbatên ereb bitirsînin ev îşkence kirine. Niştecihên herêmê, ragihandin ku ji her aliyî ve tirkmenan tînin û li herêmê bi cih dikin. DÊ Û BAV FERYAD DIKIN: EM JI DAIŞ'Ê REVIYAN Û HATIN VAN DERAN.. . Dê û bavên ku li ser zarokên xwe yên canê wan ji ber îşkenceyê şipşîn bûye feryadê dikin, di nav hêstirên çavan de vedibêjin ku ya ku li wan hatiye kirin ji zilma DAIŞ'ê xerabtir e. Dê û bav wiha gotin: "Ma me çi kiriye. Em ji ber DAIŞ'ê reviyan û hatin van deran. Me zirar daye kê, me zilm li kê kiriye. Me çi kiriye ji we. Em malbateke ku di halê xwe de ne. Hûn dibînin ka zarokê me xistine çi halî. Paşê jî ew avêtine ber derî. Li halê wî binihêrin, li bedena wî binihêrin, li lingên wî binihêrin ka xistine çi halî. Em muhtacî gezek nan in. Em ji ber DAIŞ'ê reviyan û em hatin cihê ku OSO lê ye. Lê Hûn halê me dibînin. Ma me çi kiriye ku em xistin vî halî."