Ji ber krîzê dikan girt, niha jî ketiye tora zabiteyan 2017-06-02 09:14:30 WAN - Esnaf Suleyman Duman ku ji ber krîza aborî dikana xwe girt, niha navçe bi navçe, gund bi gund digere û xişr û zînetên ku ew bi xwe çêdike difiroşe. Duman, ku nizane dê ji ber zabiteyan çi bike, wiha dibêje: "Doza çi li me dikin?" Ji esnafên Bazara Gel a Mezin a Wanê Suleyman Duman (37), yek ji esnafên bazarê ye ku ji ber krîza aborî dikana xwe girt. Duman, 18 salan li heman bazarê karê zîvan dikir û 4 meh berê mecbûr ma ku dikana xwe bigire. Niha jî navçe bi navçe, gund bi gund digere û gerdanî (qolye), berzendk, guhar û hungulîskên ku ji 37 kevirên cuda çêdike difiroşe. KEVIRAN JI HÎNDISTANÊ TÎNE Duman, diyar kir ku berî ku ew dikana xwe bigire karê ku wî dikir hînî xwendekaran jî dikir û wiha got: "Min hînî wan jî dikir. Dema karê min qediya êdî kes nema ku hînî wan bikim. Qezenceke me ya rojane tune ye. Heke wisa bidome em ê muhtacî nanê tisî bibin. Kevir ji Hîndîstanê tên. Lê ev demeke dûr û dirêj e ku nayê. Wek hûn dizanin ku şer heye. Îxracat-îthalat tune ye." JI BERZ ZABITEYAN NIZANE DÊ ÇI BIKE Duman, anî ziman ku serê wî bi zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin di belayê de ye û wiha giliyên xwe dike: "Rewşa me ne baş bû, bi ser de jî dema wisa dibe bêtir nebaş dibe. Doza çi li me dikin?" ‘EM BIÇIN KUDERÊ?' Duman, diyar kir ku mehek berê zabiteyan gotiye "Wesayîta te ne li gor vî karî ye" û ceza li wesayîta wî ya bi terhê kornetê ye birîne û wiha got: "Tim radiwestînin. Dema zabite min dibînin di bin çavan re li min dinihêrin. Çend roj berê 92 lîre ceza li min birîn. Sedema wê jî, ji ber ku wesayîta min ne li gor vî karî ye. Ev nabe hincet. Bi hezaran mirov ji wesayîtên wisa nanê xwe derdixînin. Li welat bi navê aboriyê tiştek nehiştin, niha jî ji ber ku em bi awayekî seyyar digerin ceza li me dibirin. Doza çi li me dikin? Min dikana xwe girt û min dest bi vî karî kir. Niha jî ceza li wesayîta min dibirin. Em biçin kuderê?"