‘Bi sirgûnên li girtîgehan malbat jî tên cezakirin' 2017-06-02 09:17:43 STENBOL - Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan ê Stenbolê Arif Yilmaz, bal kişand ser sewqên li girtîgehan û binpêkirinên mafan ên di dema sewqan de xwe didin der û wiha got: "Bi van sirgûnan tê xwestin ku hem girtî û hem jî malbat bên cezakirin." Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan ê Stenbolê Arif Yilmaz, bal kişand ser sewqên li girtîgehan û binpêkirinên mafan ên di dema sewqan de xwe didin der. ‘SIRGÛNAN VEDIGUHERÎNIN ÎŞKENCEYÊ' Yilmaz, dest nîşan kir ku bi taybetî piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bi hezaran girtî sewqî girtîgehên din hatine kirin. Yilmazî got ku girtiyek di nav demeke kurt de sewqî gelek girtîgehan tê kirin û ev hemî ji ber ku dewlet nizane ku dê girtiyên siyasî têxe kuderê jêderk dibe. Yilmaz, da zanîn ku bi sedan girtiyên ku li girtîgehên Marmara û Trakyayê sewqî girtîgehên Kepsut û Bûrhaniyeyê yên li Bandirma û Balikesîrê hatine kirin. Yilmaz wiha got: "Her wiha piraniya girtiyên li Kurdistanê jî sirgûnî girtîgehên Behra Reş, Marmara û Trakyayê tên kirin. Sirgûneke wisa di heman demê de ji cihê ku sirgûnî wê bûye jî sirgûnî cihekî din tê kirin. Ev bi awayekî zêde diqewime. Van sirgûnan hemûyan vediguherînin îşkenceyê." ‘BI ROJAN DI WESAYÎTÊN RÎNGÊ DE RÊWÎTÎ BI WAN TÊ KIRIN' Yilmaz, dest nîşan kir ku di dema sewqan de gelek caran girtî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "Bi wesayîtên rîngê rêwîtiyeke dûr û dirêj tê kirin. Di hin sirgûnan de sirf ji bo îşkenceyê bi wan bidin kişandin rêwîtiyeke dirêj tê kirin. Dema ji Kurdistanê girtiyan dibin girtîgehên Behra Reş, ev 2-3 rojan didome û ev bi zanebûnî tê dirêjkirin. Di dema van sirgûnan de gelek caran jê pêdiviyên wan ên av û xwarinê bi cih nayên." Yilmaz, diyar kir ku li girtîgehên ku girtiyan dibin girtî gelek caran jê bi lêgerînan tazî re rû bi rû dimînin û wiha domand: "Bi lêgerîna tazî, a rast zemîna îşkencekirina wî girtiyê ku nû anîne tê amadekirin. Wek tê zanîn, girtî lêgerîna tazî wek binpêkirina rûmetê dibînin û bi tu awayî qebûl nakin. Dema qebûl nakin jî tên derbkirin û tazîkirina bi darê zorê dixin dewrê. Di dema sirgûnan de ya ku herî zêde tê kirin ev lêgerîna tazî ye." ‘AWAYÊN CUDA YÊN ÎŞKENCEYÊ HENE' Yilmaz, ragihand ku bi piranî girtî bi hin bahaneyan ji qawîşan tên derxistin û bêyî hayê wan jê hebe wan neqlî girtîgeheke din dikin. Yilmaz wiha domand: "Nikarin eşyayên xwe bibin. Ya ew eşyayên girtiyan nayên şandin an jî piştî çend mehan şûn de digihêjin wan. Dema eşyayên wan ên ji girtîgeha din dişînin a nû, pereyê kargoyê jî ji wan dibirin. Em nikarin sirgûnan tenê wek veguhastina cihekî din pênase bikin. Em ji malbatan bigirin heta girtiyan, gelek awayê mexdûriyet û îşkenceyê hene." Yilmaz, anî ziman ku Girtîgeha Tîpa T a Wanê, Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê û Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê veguherandine girtîgehên navendî û wiha got: "Li van deran jî ferzkirinên 12'ê Îlonê hene." Yilmaz, dest nîşan kir ku piştî hewldana derbeyê gelek girtiyên mêr ji girtîgehên F1 û F2'yan ên Sîncanê sewqî girtîgehên din kirine. Yilmaz, got ku bi van sewqan re dixwazin rêxistinbûyîna girtiyên siyasî belawela bikin. ‘MALBAT JÎ TÊN CEZAKIRIN' Yilmaz, dest nîşan kir ku li gel binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan malbatên wan jî tên cezakirin. Yilmaz, got ku girtî sewqî cihên ku malbatên wan nikarin hevdîtinê bi wan re çêbikin tên kirin û ji ber vê hin malbat salekê an jî 2 salan nikarin zarokên xwe bibînin. Yilmaz wiha domand: "Malbat mecbûr dimîne ku pereyan ji zarokên xwe re razîne, lê belê ji ber ku ew raste rast nikare razîne bi riya postê dişîne. Dema bi riya postexanyê tê şandin jî, carinan heta demeke dûr û dirêj pere nagihîje girtî. An jî karmend tîpekê xelet dinivîse. Taliya talî ew pere piştî mehan tê îadekirin. Dema li postexaneyê pere tê razandin, bi awayekî zêde jî jê tê birîn. Ev hemû nîşan didin ku malbat bi awayekî zêde tên mexdûrkirin û bi vî awayî îşkence li malbatan tê kirin."