'Turîzm bi 2- 3 rojan baş nabe' 2017-06-02 09:18:49 MÊRDÎN - Kolan û otelên vale yên Mêrdînê daxuyaniyên berpirsyarên tirk ên wek "Li Mêrdînê turîzm di ser re diqelibîne" vala derdixe. Xwediyê Otela Marîdîn Abullah Demîr diyar kir ku turîstên tên kesên ji bajarên derdorê Mêrdînê ne û wiha got: "Kesên tên jî 2-3 roj dimînin. Turîzim bi 2-3 rojan baş nabe." Li Mêrdînê mehên ku turist tên bi dawî bû û heta niha jî otel û kolanên Mêrdînê vala ne. Li Mêrdînê mehên biharê turîzm digihe asta herî jor, ji ber ku Mêrdîn cihek bê ave, turîstên tên Tirkiyeyê yekem car tên Mêrdînê û di mehên havînê de jî diçin cihên bi av. Li gor agahiyên me ji xwediyên otel û kesên bi turîzmê ve mijûl dibin bi dest xistin, îsal her çend du hefteyên pêş ên gulanê jî otel hatibin girtin jî ev yek tenê 2 hefteyan berdewam kiriye. Heman demê de kesên ku îsal hatîn Mêrdînê, turîstên xwecihî bûn û ew jî ji Amed, Riha, Dîlok û bajarên derdorê bûn. Dîsan tûrên ku AKP amade kirin û kesên ku biw esayîtan anîn li navenda Mêrdîna Kevin ew danîn û bêyî ku danûstendinê bikin dîsan siwarî otobûsan dibûn û vedigeriyan cihên jê hatine. Kolan û otelên Mêrdînê yên vale daxuyaniyên rayedarên tirk ên "Li Mêrdînê teqîna turîzmê çêdibe" vale derdixe. 'EM KIRÊYA OTELÊ JI BÊRÎKA XWE DIDIN' Yek ji otelên kevin ên Mêrdînê jî Marîdîn e. Xwediyê Otela Marîdîn Abdullah Demîr diyar kir ku ew dixisirin û ji berîka xwe kirêya otelê didin. Demîr da zanîn ku turîstên xwecihî tên du rojan dimînin, lê turîzim bi 2 rojan nabe. Demîr asta tijîbûna otelan wiha nirxand: "Turîstên ji derve nehatine, turîstên hatîn jî ên bajarên derdorê Mêrdînê ne. Rewşa turîzmê li Mêrdînê pir xirabe. Di sê mehên payîzê de jî em ji bo rewşa turîzmê bêhêvî ne."