Xweşikbûn û bêhna 'Gulareş' a bêhempa mirovan sermest dike 2017-06-02 09:19:08 RIHA - Gulareş a ku Xelfetiyê bi xweşibûna xwe ya bêhempa dixemilîne bêhna xwe ya mayînde dide kolonya, sabûn, krem û parfuman. Gulareş a ku li Riha û Holandayê şîn dibe bi bêhna xwe ya bêhempa ve bala welatiyên ku tên navçeyê dikişîne. Gulareş a ku dema bişkuruk e rengê wî reş e û tenê li axa navçeya Xelfetiyê şîn dibe dema ku vedibe jî rengê xwe diparêze lê li deverên din bi axa wan deranv e li hev nake û dema ku vedibe rengê wî dibe sor. Gulareş a ku li gorî gulên din biçûk e bi taybetî bahir û payîzê digihîje. 'YÊN KU DIKIRIN CAREKE DIN DIXWAZIN' Muslum Arslan ê ku 2 sal in navçeya Xelfetiyê li dikana xwe kolonya, parfum û kremên ku bi Gulareş tên çêkirin difiroşe û bi vî rengî debara xwe dike diyar kir ku welatiyên cihî û turîstên ku tên eleqeyeke mezin nîşanî berhemên wan didin. Arslan got ku di encama xebatên ku dikin ve Gulareş li her derê welat û cihanê didin nasîn. Arslan têkîldarî berhemên ku bidest dixin ev agahî da: "Ji ber uk di vî demsalê de ji germê bi bandor dibe hinem rengê wî pembe ye lê di meha îlonê de reş vedike. Bêhna kolonyaya ku em çêdikin 24 saetan li ser destan li ser cilan jî 3 rojan dimîne. Bêhna parfumê jî li ser cilan 15 rojan dimîne. Kesên ku van berheman dikirin û bi kar tînin careke din dixwazin bikirin. Nİha parfumên ku em çêdikin li Îngilistanê heta 600 TL'î jî Tê firotin, li vir em bi 40 TL'î difiroşin. Jibilî vê es sabum û krem jî çêdikin, ew jî bi 15 TL'î tên firotin." 'DIYARIYA HERÎ BAŞ GULAREŞ E' Arslan destnîşan kir ku dema mirov tên Xelfetiyê li vir diyariya erî baş a ku bê kirin Gulareş e û wiha got: "2 sal in vî karî dikin. Lİ vir li baxçeyan gelek kes Gulareş diçîne. Lê ji ber ku gelek bi zehmetî şîn dibe hilberîna wî kêm e. Parfum, kolonya, sabun û krema ku em ji Gulareş çêdikin jibilî van em hewl didin ku tiştên din jî çêbikin." Haci Yusuf Topaloglu - dîhaber