Cezaya rojnamger Zehra Dogan hat erêkirin 2017-06-02 09:21:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Zehra Dogan a ku li Nisêbînê hat binçavkirin û 141 rojan li girtîgehê ma û hat berdan 2 sal û 9 meh cezaya ku hatibû dayîn, hat erêkirin. Rojnameger Zehra Dogan li navceya Nisêbînê ya Mêrdînê di dema qedexeyên derketina derve de dema ku nûçe dişopand di 23'yê tîrmeha 2016'an de hate binçavkirin û ji ber îfadeyên "şahidên nepen" bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Dogan di 9'ê kanûna 2016'an de di yekemîn danîşa doza ku li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin de piştî 141 rojan hate berdan. CEZA HAT ERÊKIRIN Di doza ku di 2'yêadarê de hatibû dîtin de ji ber wêneyên ku li Nisêbînê xêz kiriye û nişeyên Elîf Akboga ya 10 salî kiriye nûçe 2 sal û 9 meh û 22 roj ceza lê hatibû birîn. Dosyaya Dogan a şandibûn Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê ji aliyê dadgehê ve hat erêkirin.