Berdevkê HDP'ê Baydemîr hate binçavkirin 2017-06-02 14:32:02 AMED - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê der barê wî de biryara girtinê hebû, li ber Edliyeya Amedê di daxuyaniya ji bo Tahîr Elçî hat dayîn de hate binçavkirin. Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan Osman Baydemîr, li ber Edliyeya Amedê di daxuyaniya ji bo ji Serokê BAroya Amedê Tahîr Elçî yê hat kuştin, hat dayîn de ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Baydemîr birin edliyeyê. Parlamentera HDP'ê Meral DAniş Beştaş binc-çavkirina Baydemîr li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir. Der barê Baydemîr de ji ber ku beşdarî doza xwe ya di 30'ê gulanê de nebûbû ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Amedê ve biryara girtinê hatibû derxistin.