Di teqîna li Sûrê de 2 zarok birîndar bûn 2016-12-04 19:54:14 AMED - Li navçeya Sûrê ya Amedê cîsmek teqiya û di teqînê de 2 zarok birîndar bûn Li navçeya Sûrê ya Amedê di teqina cîsmekî de 2 zarok bi giranî birîndar bûn. Li taxa İskenderpaşa, 2 zarokan li erdê cîsmek dîtin û xistin destê xwe. Cîsmê ku zarokan xist destê xwe teqîya û di teqînê de 2 zarokên bi navê M.İ. (13) û Ş.A. (11) birîndar bûn. Piştî bûyerê ambulansê zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Ji ber rewşa zarokê birîndar M.İ., giran bû rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ş.A. jî piştî mudaxaleyê tabûrcî kirin. Piştî teqînê polîsan kolan girt û dest bi lêgerînê kirin.