Li Hatayê aramî nema! 2017-06-03 09:12:17 HATAY - Li Hatay a ku ji bo aştî, aramî, bihevre jiyanê û xweşbîniyê wekî mînak dihat nîşandan bi şerê Sûriyeyê ve êdî ew roj nemane. Ermen, cihû û xiristiyanên dawî yên mane yek bi yek bajar diterikînin û îbadeta xwe jî êdî di bin parastina polîsan de dikin, mal û milkên xwe erzan difiroşin û diçin. Li Hatayê ku demekê wekî bajarê herî bi aram û xweş ê Tirkiyeyê dihat nasîn piştî şerê Sûriyeyê êdî li bajar aramî ne maye. Li bajarê vegeriyaye cihê bêhndana endamên rêxistinên bi çek gel dinava fikaran de ne. Bi pêkanînên OHAL’ê ya piştî darbeyê hatiye îlankirin bajar bi fikartire û bûye wekî girtîgeha nîv vekirî. PIŞTGIRIYÊ DIDIN ALIYÊN NIJADPEREST Piştî şer destpê kir ji bajarên Helep, Îdlîp, Humus û Lazkiyeyê bi sedhezaran kes koçberî bajarên ser sînor ên Reyhanli, Kirikhan, Yayladagi, Hassa, Altingoz û Defne Antakya bûn û li vir şîdet zêdetir bû. Di nava koçberên di kampên bê ewlehî û malên bê tendirûst de dijîn û gelê herêmê re ji ber sedemên cuda pevçûn derdikevin. Aliyên nijarperst ên ji polîs, rêveberiyên herêmê û burokratan piştgiriyê digirin êrîşî penaberan dikin. GEL TERK DIKIN Ji ber hebûna rêxistinên wekî El Nusra, DAÎŞ, Ahrar El Şam li bajar û “polîtîkanên çav lêgirtinê” gelek alî xwe di bin gefan de hîs dikin. Ermenî, Yahudî, Xiristiyan û aliyên din her roja diçe kêmtir dibin. Beriya şerê Sûriyeyê hêjamara Xiristiyanên Protestan a li bajar 10 hezar bû lê niha keriye 5 hezarî, Ermenî 70 û Yahudiyên ku 70 bûn ketiye 30’î. Hat diyarkirin ku kesên bajar diterikînin malên xwe bi pereyek kêm difiroşin, diçin welatên Kanada, DYA û Ewropayê û hinek jî diçin Stenbolê. Her ku cudabûn kêm dibin xweşbînî, têkiliyên cîrantî û baweriya din ava gel de kêm dibe. ‘BI BÊDENGÎ DIÇIN’ Parêzerekî ku derbarê koça bi zorê de agahî dan û nexwes navê xwe bide wiha got: “Gelê ne misliman be bi bêdengî diçin. Na şibe koçberiya çîrokên kafirên berê. Rojekê bêdengî malên xwe bi bihûyek kêm difiroşin û bêyî agahiyê bidin yekê diçin. Bi taybet ciwan nemane. Kesek çûna wan nabihîser û bêyî bibêjin diçin. Tirsek mezin dijîn. Bi taybet ji ber fetwayên DAÎŞ û rêxistinên din didin çûn leztir dibe.” 'ÎBADET DI BIN ÇAVDÊRIYA POLÎSAN DE NE’ Ji ber Dêra Protestan par rastî êrîşa kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar hat êdî îbadet êdî dibin çavdêriya polîsan de tê kirin. Ji ber kesên êrîşî dêrê kirine ne hatin girtin û komên selefî bi rihetî li kolanan dimeşin dibe sedema tirs û fikaran. Rayedarên dêrê ku me derbarê mijarê de xwe gihandê gotin ku ji ber “tirsa ewlehiyê” ew naxwazin biaxivin. Niha dêrek Protestan, Katolîk û 3 Sînagog nikarin îbadetê bikin. GELO REYHANLI BAREGEHA LOJÎSTÎKE? Yek ji sedemên ku li bajar nerihetiyê ava dike jî li ser Reyhanliyê derbas bûna komên radikal ên Sûriyeyê û gotinên alîkariya lojîstîk berdewam dike ye. Gotinên TSK û MÎT li ser bê riyê alîkariya lojîstîk dide komên bi çek li ser zimanê hemû kesî ye. Hat gotin ku li ser “komeleyên alîkariyê” yên ku ji aliyê van koman ve hatine avakirin, ev komane xwe birêxistin dikin û pêwîstiyên dermanan derbas dikin. KOMÊN BIÇEK JI NÛ VE KETIN NAA TEVGERÊ Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê û penaberan dane, di nava salek dawî de li navenda bajar, navçeyên sînor û navçeya Îskenderûnê, rêxstinên ku navê wan mijara gotinê ne xebatên xwe bi leztir kirine. Hat îdîakirin ku li taxa Narlica a Antakyayê, derdora otogara Hatayê, taxa 5000 Evlerê, taxa Hal û taxa Dal hêjî ev rêxistin civîn û bernameyên xwe pêktînin. Di “sohbetên” demên dawî tên kirin de hat gotin ku herî zêde “meseleya Îdlîpê” tê nîqaşkirin. Di hefteyên bihûrî de polîsan li taxa Narlica bi ser du malan de girtin û gelek çek bidestxistibûn, ji ber polîs daneyên operasyonê bi raya giştî re parve nake gotegotên li bajar bihêz dibin. BERTEKEK HERÎ BIÇÛK JÎ BI HINCETA OHAL’Ê TÊ ÇEWISANDIN Ligel geşedanên li ser xeta sînor bi OHAL a piştî darbeyê hatiye îlankirin bajar vegeriyaye girtîgeha nîv vekirî. Bertekek herî biçûk a li dijî rêveçûna bajar tê nîşandan jî bi hinceta OHAL’ê tê çewisandin. Li serê her kolanek a navenda bajar nokteyên kontrole yên polîsan hatine dayîn û gel êdî ji van pêkanînan gelek nerihetin. Erdogan Alayumat- dihaber