Jin di hawirdora şer de îhtîmala aştiyê nîqaş dikin 2017-06-03 11:39:11 AMED - Komeleya Jinan a Demîr Leblebî, 4’emîn Civîna Maseya Gilover a ku têde di hawirdora şerde îhtîmala aştiyê nîqaş dikin li Amedê pêk anî. Komeleya Jinan a Demîr Leblebî, piştî Enqere, Îzmîr û Sêwaz li Amedê jî Civîna Maseya Gilover pêk anî. Di civîna li Hotela DİES’ê pêk hat de TJA, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, jinên Ermenî, Înîsiyatîfa Gel û gele jin amade bûn. Di civîna ji çapemeniyê girtî hat li darsitin de, hat diyarkirin ku dê mijarên polîtîkayên cudaker û bendbendî û di hawirdora şer de dê aştî çawa were pêkanîn bên nîqaşkirin. Civîna ku ji aliyê rêveberên komeleyê yên dibêjin ku ew bawer dikin dê aştiya civakî ya welat bi pêşengiya jinan bê avakirin dê bi sernavên “Rewşa Heyî û Jin ji Aştiyê çi Fêm dike”, “Aştî û Lihev Hatin Mimkûne?”, “Ji bo Avakirina Aştiyê çi Pêwîste?” û “Ji bo Avakirina Aştiyê Em Dikarin Çawa Birêxistin Bibin” nîqaş bên meşandin.