Îdiaya windahiyên operasyona Oremarê tê veşartin 2017-06-03 11:40:49 COLEMERG- Operasyona ku li herêma Çarçela ya Oremara Geverê hate destpêkirin di roja 79'emîn de didome. Hate hînbûn ku operasyon di navbera gundên Mate, Talanê, Şawitê û girê Gezreyê didome û welatiyên herêmê diyar kirin ku di encama şer de gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dane lê ev tê veşartin. Operasyona ku li herêma Çarçela ya Oremara Geverê ya Colemêrgê hate destpêkirin di roja 79'emîn de didome. Hate hînbûn ku operasyon di navbera gundên Mate, Talanê, Şawitê û girê Gezreyê didome û welatiyên herêmê diyar kirin ku di encama şer de gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dane, cenaze bi helîkopteran ve li herêma şer tên wergitin lê ev tê veşartin. JI BO ÇAPEMENIYÊ FERMAN JI BO GUNDIYAN HIŞYARÎ Hate hînbûn ku rojnamgerên ku li navçeyê dixebitin hatine gazîkirin û fermana ku beriya daxuyaniyên serfermandariya giştî nûçeyan çênekin hatiye dayîn. Dîsa welatiyên ku li herêmê dijîn jî ji bo agahî nedin derve hatine hişyarkirin. DERBASBÛNA GUNDEKÎ Bİ SAETAN DEM DIGIRE Welatiyên ku li qereqolên Sinava û Şitazinê bi saetan tên rawestandin ji bo ku ji gundekî derbasî gundekî din bibin bi saetan tên rawestandin. Li qlubeyên çavdêriyê ve jî herêm gav bi gav tê şopandin, rawestandina wesayîtên ku rê bikartînin jî hatiye qedexekirin. Ajokarên wesayîtên ku mecbûr dimînin bisekinin jî bi gefa "Di rê de lastîka we biteqe jî nesekinin, ger ku wisa nekin em ê gulerdin" a leşekeran ve rû bi rû dimînin. NIKARIN JI GUND DERKEVIN Welatiyên ku li Oremarê rûdinên diyar kirin ku ji roja operasyonê destpêkiriye heta niha ji ber dengê topan nikarin razên, nikarin çandiniyê û sewalkariyê bikin. Welatiyan anîn ziman ku ji ber operasyonê nikarin ji gund derkevin û ji ber tevgera hewayî ya zêde jî dem bi dem nikarin hevdu bibihîzin. Welatiyar dan zanîn ku li herêma ku qet tevgera hewayî bi dawî nabe helîkopterên ku gelek caran tên û diçin cenazeyên leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane dibin.