Xwendekarên strana kurdî gotin hain binçavkirin 2017-06-03 16:29:22 KOCAELÎ - Li Gebzeyê 3 xwendekarên zanîngehê ji ber strana kurdî gotin hatin binçavkirin. Li Parka Eskîhîsar a navçeya Gebzeya Kocaeliyê 3 xwendekarên zanîngehê ji ber strana kurdî gotin hatin binçavkirin. Xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê yên hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Eskîhîsarê. Hat zanîn ku navê xwendekarên hatine binçavkirin Baran Kocak, Zinar Kef û Tanju Ozadanire.