40 sal in bênasname ye: Miroveke bêcih û war im 2017-06-04 09:03:30 ÎDIR - Li Îdirê Şemsiye Koca ya 80 salî, 40 sal in bê nasname dijî. Ji ber temenê wê yê zêde gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî û ji ber ku nasnameya wê tune ye, sûdê ji xizmetên tenduristiyê wernagire. Koca anî ziman ku rayedaran jê re wiha gotiye: "Tu extiyar î. Piştî vê saetê tu yê çi bikî ji nasnameyê. Biçe li mala xwe rûnê." Li Taxa Ozgurê ya Îdirê Şemsiye Koca ya 80 salî, ev 40 sal in bênasname dijî. Di sala 1937'an de li bajarê Xoyê yê Îranê hatiye dinê û 40 sal berê dema bi Ali Koca re dizewice derbasî Tirkiyeyê dibe. Ji ber ku niha nasnameya wê tune ye nikare sûdê ji tu mafên hevwelatîbûnê wergire. Her wiha ji ber temenê wê yê zêde gelek pirsgirêkên tenduristiyî jî lê peyda bûne û ji ber ku nasnameya wê tune ye, sûdê ji xizmetên tenduristiyê wernagire. Koca, ji roja ku li Îdirê bi cih bûye heta niha ji bo nasnameyê wergire hema bêje li her deriyî xistiye, lê belê çi kir û nekir dîsa jî nasname wernegirt. EMNIYET: TU EXTIYAR Î, PIŞTÎ VÊ SAETÊ TU YÊ ÇI BIKÎ JI NASNAMEYÊ Dayika 4 zarokan Koca, wek hevwelatiya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin lê belê nasname ji bo wê nehatiye dayîn. Koca, anî ziman ku her diçe pirsgirêkên wê yên tenduristiyê zêde dibin û wiha got: "Bi salane diçim ber deriyê dewletê. Dewlet ne navê min dide, ne jî nasnameya min. Ji bo nasnameyê çûm emniyetê, çûm walîtiyê. Lê min nexistin şûna mirovan jî. Emniyet ji min re got 'Tu extiyar î, piştî vê saetê tu yê çi bikî ji nasnameyê. Biçe li mala xwe rûnê.' Êdî nizanim ez ê çi bikim û li kîjan deriyî bidim." ‘JI BILÎ ÎDIRÊ MIN TU BAJAR NEDÎTINE' Koca, anî ziman ku ji bo muayeneyê ew çûye nexweşxaneyê, lê ji ber ku nasnameya wê tune bûye wê derxistine derve û wiha axivî: "Jiyana min veguherî zindan û îşkenceyê. Zaf nexweş im, lê nikarim biçim nexweşxaneyê. Heke biçim jî, ji ber ku nasnameya min tune ye min derdixin derve. Şekirê min, tansiyona min, nerihetiya min a dilî heye û tim û tim bi êş û janan dijîm. Ji bilî Îdirê min tu bajar nedîtine. 40 sal in li hundurê vê malê terkî çarenûsa xwe hatime kirin." NASNAMEYA ZAROKÊN WÊ HEYE, LÊ YA WÊ TUNE YE Koca, dest nîşan kir ku di beşa "Navê Dê" yê nasnameya zarokên wê de navê wê dinivîse, lê belê nasname ji bo wê nayê dayîn. Koca wiha pirsî: "Nasnameya zarokên ku min ew anîne dinê heye, lê ya min tune ye. Dema ji bo leşkeriyê emrê zarokên min temam bû, nasnameya wan hat derxistin. Di nasnameya 4 kurê min de navê min heye. Madem nasnameya min tune ye, ji bo çi zarokên min, neviyên min leşkerî kirin?" ‘NE SAX IM NE JÎ MIRÎ' Koca, diyar kir ku wê berê deng bi kar dianî, lê belê di hilbijartinên dawî de ji ber ku nasnameya wê tune ye nikaribûye deng bi kar bîne û wiha got: "Di serdema Suleyman Demirel, Bulent Ecevit û Tansu Çillerê de min deng bi kar anî. Lê êdî destûrê nadin ku ez deng bi kar bînim. Di fermiyeta dewletê de tune me. Ne sax im û ne jî mirî. Dev ji her tiştî berde, dema bimirim dê gorek min jî tune be. Di 80 saliya xwe de miroveke bêcih û war im." ‘JI BO KESÊN DUH HATIN NASNAME HEYE, LÊ JI BO MIN TUNE YE' Koca, dubare kir ku ew sûdê ji tu xizmetên dewletê wernagire û wiha bertek nîşan da: "Nasnameya penaberên ku duh hatin heye, lê nasnameya min tune ye. Ez hevwelatiyê vî welatî me. Qeyda hemûyan heye, lê qeyda min tune ye. Bila êdî nasnameya min bidin min." Berivan Karataş - dihaber