Tîmên 'Hançer' û 'Bayrak'ê dîsa li ser kar in 2017-06-04 09:05:24 ŞIRNEX - Tîmên "Hançer" û "Bayrak"ê ku di salên 90'î de li Şirnex û navçeyên wê daxilî gelek cinayetên kiryar nediyar bûbûn û hatibûn darizandin, niha dîsa li ser kar in. Li çolterên navenda Şirnexê û navçeyên wê bi rojane operasyonên leşkerî didomin. Li gel bi sedan leşkerî gelek cerdevan jî tevlî van operasyonan dibin. Hat zanîn ku, hin komên ku tevlî operasyona herêma Çiyayê Kato yê Elkê ya Şirmexê bûne, xwe wek tîmên "Hançer" (Xencer) û "Bayrak" (Ala) (ku ev tîm di salên 90'î de çalak bûn) didin naskirin. Hat destnîşankirin ku komên ku di salên 90'î de sûcên wek revandina mirovan, desteserkirin, xespkirin, mirin, îşkence, êrîşên zayendî û hwd. dikirin, niha careke din di dewrê de ne. JI CERDEVANÊN PERWERDEKIRÎ PÊK TÊ Hat diyarkirin ku tîmên Hançer û Bayrak ji hin cerdevanên gundê girêdayî Bajaroka Qesrikê ya navçeya Elkî pêk tên û her wiha li herêmên operasyonê di refên herî pêş de cih digirin. Hat ragihandin ku, ev kom li hin herêman wek ekîbên 10 kesî û li hin herêman jî wek ekîbên 15 kesiyî tevdigerin. Hat îfadekirin ku beriya ku operasyonên leşkerî dest pê bikin, ev tîm li herêman peywirê keşfê werdigirin û danê êvarê jî li deverên bejahiyî dewriye digerin. Hin çavkaniyên herêmî ragihandin ku, ev cerdavan ji hêla leşkeran ve bi awayekî taybet hatine perwerdekirin û li herêmê di hin karên berhevkirina îxtixbaratê de jî tên bikaranîn. Her wiha hat ragihandin ku ji bilî Şirnexê li bajarên din jî di bin navê "Atmacalar", "Kiliçlar" û "Atîllalar" de tîmên nû hatine avakirin û ev ji hêla hikûmetê ve wek "Tîmên Cerdevanên Taybet" tên diyarkirin. LI ELKÊ 2 KES KUŞTIBÛN Tîma Hançerê ku di salên 1990’î de bi gelek cinayetan di rojevê de bû, herî dawî di Tîrmeha 2009'an de li Elkê Necman Olmez (35) û Ferhat Ediş (35) kuştibûn û careke din derketibûn holê. Piştî bûyerê ji Tîma Hançerê 6 jê cerdevan li 9 kesan cezayê muebetê hatibû birîn.