Prof. Dr. Terzî: Dibe ku pevçûnên bi penaberan re mezin bibin 2017-06-05 09:07:29 ÎZMÎR - Berdevkê Komeleya Pira Gelan Prof. Dr. Cem Terzî, diyar kir ku ger pirsgirêka 4 milyon penaberên li Tirkiyeyê neyê çareserkirin, pevçûnên bi gelê herêmê re dijî bi mezinbûnê re rû bi rû ye û wiha got: “Divê ji penaberên ji Sûriyeyê hatine ‘mafê penabertiyê bê nasîn’ piştre jî riya ‘hemwelatiyê’ ji wan re bê vekirin.” Ji ber şerê ki Sûriyeyê ku dikeve sala 7’emîn de 4 milyon pemaber mecbûr man bên Tirkiyeyê û pirsgirêkên wan her ku diçe zêdetir dibin. Êrîşên nijatperes, penaberên ku Tirkiye li dijî Ewropayê wekî koz bi kartîne bi hêviya dê derbasî Ewropayê bibin di ava Akdemîzê de dişinin mirinê. Berdevkê Komeleya Pira Gelan Prof. Dr. Cem Terzî xebatên ji bo penaberan kirine û binpêkirinên mafan nirxand. Terzî, da zanîn ku wan penaberên li Tirkiyeyê demek dirêj şopandine, piştî hevpeymana paşde vegerandinê ya di navbera Tirkiye û Yeketiya Ewropayê hat îmzekirin, wan koma destpêkê ya hatiye şandin şopandine û wiha got: “Bi riya parêzerên dildar ên komeleyê em çûn navendên paşdevegerandinê û me bi malbatên destpêkê yên vegerandine re hevdîtin pêk anî. Dema ji Ewropa û Yunanîstanê şandin Tirkiyeyê, em hîn bûn ku kaxezên ku nizanin dê bişînin Tirkiyeyê bi wan dane îzekirin û bi zorê ew şandine.” 'LI NAVENDA VEGERANDINÊ MAFÊ RAGIHANDINÊ TÊ ASTENGKIRIN’ Terzî balkişand ser pirsgirêkên penabern li navendên vegeandinê jiyane û wiha pêde çû: “Li navendê deriyê penaberan dihat kîlîtkirin. Derketina wan a hewşê 15-20 deqe bûn û piştî xwarinê mafê ragihandinê yê penaberan tune bû. Li hundir televizyon, rojname û nûçe bi sînor bûn. Me tesbîtkiribû ku penaberên nexweş mafê xizmeta tendirûstî ne digirt. Li gorî agahiyên parêzerên dildar ên komeleyê ji Navendan Paşdevegerandin^eya Harmandaliya Îzmîrê dane pirsigirêkên cidî hene. Me bihîstibû ku çend kes ketine greva birçîbûnê. Di nûçeya rojnamê de jî welatî ji paçeyan qêr dikin û dibêjin alîkarî bidin.” 'KESÊN JI SÛRIYEYÊ TÊN WEKÎ PENABER NAYÊN DÎTIN’ Terzî, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin û bingehîn a Tirkiyeyê ya derbarê penaberan de ewe ku ji hemû aliyên cîhanê xwedî penaberane û wiha domand: “Ligel vê jî li Tirkiyeyê ji penaberan re ‘statuya penabertiyê’ nehatiye dayîn. Tirkiyeyê di sala 1951’an de şertek danî Hevpeymana Cenevreyê û got ku ew tenê dê ‘statuya penabertiyê’ bidin penaberên ji Ewropayê tên. Ji kesên derveyî Ewropayê tên ligel ku penaberin jî statuya penabertiyê nayê dayîn. Ev tê wateya ‘xespa mafê herî mingehîn ê penaberan’. Ev ji bo penaberan pirsgirêka herî mezine. Dema em lê dinêrin 4 milyon zêdetir penaberên Sûriyeyê hene. Diyare ku raste rast penaberin. Ev tê vê wateyê; hikûmet dema dixwaze bi biryara Lijneya Wezaretan dikar bişîne hinekan an jî hemûyan. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê ji xwe pêşerojekê dîtin dibe pirsgirêk.” 'PENABER JÎ FIKARAN OHAL’Ê DIJÎN’ Terzî, bi lêv kir ku fikara ku OHAL’ê ava kiriye penaber jî dijîn û wiha got: “Ne AFAD’ê dema diçin konên ku penaberan li re zeviyên çandiniyê vedane ev bêhtir tê hîskirin. Em ji bo kontrola tendirûstiya penaberan çûn Manîsayê. Li wir em ji aliyê cendirmeyan ve hatin astengkirin û me ne karî kontrola tendirûstiyê bikin. Tirkiyeyê heta Hezîrana 2015’an polîtîkaya deriyê vekirî da meşandin. Li tirkiyeyê gele Sûriyiyên bê qeyd hene ev pirsgirêkek mezine. Li Tirkiyeyê li du nokteyan destûra çûnê heye. Di wirde jî encax nexweşekî ku dermankirina wî ne mumkun be bi fermî destûra derbasbûnê tê dayîn. Ji bilî wê derbasbûnên qecax çêdibin.” 'DIBE KU PEVÇÛNÊN DI NAVBERA PENABER Û GELÊ HERÊMÊ DE MEZIN BIBIN’ Terzî, destnîşan kir ku hemû kes bi têgîna “penaber derbasdaran û dê rojevê vegerin” tevdigere, divê xebatên civakî ên entegrasyonê bên meşandin û wiha berdewam kir: “Ger wiha nebe dê pevçûn di navbera penaber û gelê herêmê de derbikevin û dibe ku ev pevçûn mezin jî bibin. Ger gavên çeker neyên avêtin dê zehmetiyên mezin derkevin holê. Bi awayekî demografîk piraniya wan ciwanên di bin 15 saliyê de û jinin. Pirsgirêkan zaroka ewe ku li vê erdnîgariyê tên dinê û bê welet û bê pêşerojin. Nasnameyeke ku aîdî vir tune ye. Jin rastî her şêwe şîdetê tên. Divê ji bo jinan xebatên taybet bên meşandin.” 'ZEWACA DERVEYÎ QANÛNÊ LI SER JINAN TÊ FERZKIRIN’ Terzî, destnîşan kir ku li ser jinên Sûriyeyê zewaca derveyî qanûnî ya bi zilamên Tirkiyeyê re tê ferzkirin, hinek caran wekî hevjîna 3’yem tê zewicandin û wiha pêde çû: “Jinên Sûriyeyî rastî pergala hewiyê tên. Jinên penaber bi riya hinek şebekeyan dixin sektora fuhuşê. Zarok dibistanê naxwînin û yên dibistanê berdidin jî dixebitin. Li Tirkiyeyê ev derveyî qeydan tê kirin û rojê 12 yan 14 saetan bi pereyek kêm wekî koleyan tên xebitandin. Ev jî birînek dine. Ji b ovan hemûyan gavên ku Tirkiye bavêje heye.” 'DESTPÊKÊ DIVÊ MAFÊ PENABERTIYÊ BÊ DAYÎN’ Terzî herî dawî ev tişt anîn ziman: “Heta mafê pernabertiyê yê Sûriyeyî û ne sûriyeyî neyê dayîn divê behsa hemwelatîbûnê neyê kirin. Tirkiye divê destpêkê mafê penabertiyê bide penaberan. Piştre jî ji kesên dixwazin re riya hemwelatiyê veke.”