Roza di bin dorpêça komkirin û lêpirsînan de ye! 2016-12-05 09:21:59 ENQERE - Kovara çand-huner û wêjeyê Roza ku bi 2 mehan carekî derdikeve heta niha 10 hejmarên wi derketiye ji wan 4 hejmar hatin komkirin û kovara ku nivîsên girtiyên li girtîgehan hene jî nadin girtiyan. Kovara çand-huner û wêjeyê Roza bi du mehan carekî derdikeve bi tirkî û kurdî weşanê dike di nava 2 salan de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê dike" çend caran hate komkirin lê ligel vê yekê jî weşana xwe didomîne. Kovara ku heta 10 rojan dê hejmara xwe ya 11'emîn derxîne heta niha 4 hejmarên wî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê dike" hatiye komkirin. JI 10 HEJMARAN 4 MEJMAR HATIN KOMKIRIN Ji bo hejmara 6'an a kovarê 3'yemîn DAdgeriya Cezaya Sulhê ya Dîlokê, ji bo hejmarên 5,7 û 9'an jî Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Xorasanê biryara komkirinê dan. Yek ji sedema komkirina hejmara 6'emîn a kovarê jî dosyaya bi navê "Dosyaya Qirkirina Ermenan" e. RÊVEBER DI BIN DORPÊÇA LÊPIRSÎNÊ DE NE Der barê kovarê de biryara komkirinê tê dayîn, rêveberên kovarê jî di bin dorpêça lêpirsînan de ne. Der barê hejmara 6'emîn a kovarê de Gerînendeyê Weşanê yê Kovarê Mehmet Salîh Erşarî yê li Antalyayê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hate binçavkirin û berdan de dozgeriya Antalyayê biryara "bêpeywiriyê da" û dosya ji Enqereyê re şand. Erşarî careke din ji bo îfadeyê hat gazîkirin. 'BIRYARA KOMKIRINÊ BÊTAMULIYA LI DIJÎ ÇANDA KURDÎ YE' Eşarî têkîldarî mijarê axivî û diyar kir ku kovar beriya OHAL'ê jî di bin pêkûtiyan de bû bi OHAL'ê re jî biryara komkirinê hat girtin, biyara komkirinê netehamulkirina feraseta dewletê ya li hemberî kurdî û çanda kurdî nîşan dide. Eşarî da zanîn ku nivîskar û xwendevanên wan ên li girtîgehan hene û piraniya xwendevanên wan girtiyên siyasî ne lê di nameyên ku digihîjin ber destê wan de hîn bûne ku kovar nagihîja ber destê xwendevanên wan ên li girtîgehan. Eşarî got ku ligel hemû astengî û pêkûtiyan ew ê ji xeta weşanê ya kovarê tawîz nedin û xebatên xwe bi biryarî bidomînin. XEBATKARA KOVARÊ ZUHURLÎ GIRTÎ YE Li aliyê din xebatkara kovarê Şehrîban Zuhurlî yê ku di 25'ê mijdarê li Enqereyê bi komek xwendekaran ve hate binçavkirin û hate girtin.