Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê îşkence heye! 2016-12-05 09:25:34 ÊLIH - Derket holê ku girtiyê bi navê Huseyîn Şahîn ê ku ev 5 sal û nîve li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dimene xistine hucreya yek kesî û rastî îskenceya 8 gardiyanan hatiye. Zextên ku bi OHAL'ê li derve destpêkirin di hamen demê de li girtîgena jî zextên digihijin îşkencê zêde bûn. Girtiyê bi navê Huseyîn Şahîn ê ku ev 5 sal û nîve li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê dimîne îşkenceya li wî hatiye kirin di hevdîtinê de ji malbata xwe re vegot. Bavê Şahîn Cengîz Şahîn, diyar kir ku ew dixwazin dawî li îşkenceya li girtîgehan bê û wiha got: "Ez bang li hemû rayedar û aliyên baldar dikim ku li dijî îşkenceyê bêdeng nemînin. Me zanî ku demek dirêje îşkence û zext li girtîgehan hene. Kurê min got ew bi 3 hevalê xwe re li kawişekê dimîne, her roj rayedarên girtîgehê yek ji wan dibin dixin hucreya yek kesî, li wir rastî îşkenceyê tên û ji ber îşkenceyê tiliya hevalek wî şikestiye. Piştre kurê min jî birine û bi saetan rastî îşkenceya 8 gardiyanan hatiye. Piştî vê îşkenceya giran ne birine nexweşxaneyê jî. Ev îşkence bi pergalî didome." 'BERPIRS WEZARETA DADÊ YE' Şahîn da zanîn ku ger tiştek bi serê kurê wî bê berpirsyar Wezaretê Dadê Bekîr Bozdag e û wiha axivî: "Ez dixwazim demil dest dawî li vê îşkenceya li zarokên me tên kirin bê. Me ji ber îşkenceyê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê da."