Salek derbas bû lê hê jî lêpirsin nehatiye vekirin 2016-12-05 09:28:10 AMED - Par di şewata li qursa Quranê ya li gundê Karaagaç ê Pasûrê de 6 xwendekaran jiyana xwe ji dest da. Di lêbirsîna ku hat destpêkirin de ji ber ku Qeymeqamê Pasûrê, destûr neda lêpirsîna keyayê gund û aza ev saleke pêşketin çênabe. Şewata li waregeha keçan a li Aladaga Edeneyê ku 10 jê zarok 12 kesan jiyan xwe ji dest da, şewwata di qursa Quranê ya li gundê Karaagaç a Pasûrê ku 6 xwendekaran jiyana xwe ji dest da anî rojevê. Li gunê Karaagaçê di 1'ê Kanûna 2015'an de, di şewata li qursa Quranê ya girêdayî mizgeftê de ji 23 xwendekarên ku temenê yan 16-18 bûn 6'an jiyan xwe ji dest da û 6 jî birîndar bûbûn. Di şewatê de 11 xwendekaran xwe ji paçê avêtibûn û ji şewatê rizgr bûbûn. Gundiya bi derfetên xwe vahiya ku wekî mizgeft, cihê sersaxiyê û qursa Quranê bikar tanîn avakiribûn. Hat îdîakirin ku Muftîtiya Pasûrê di qursa Quranê ya ku ruhsata wê lê razanê tuneye destûr da ku xwendekar ji bo razanê lê bimînin. Dozgeriya Komarê ya Pasûrê ku derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin, derbarê keyayê gund û azalên din de lêbirsîn da destpêkirin. Ji ber ku keya û azal peywirdarên civakê ne ji bo lêpirsîn derbarê wan de were destpêkirin serî li Qeymeqamtiya Pasûrê hat dayîn. Lê qeymeqamtiyê destûr ne da lêpirsînê. Serdozgerî ji bo biryara qeymeqam dayî bê rakirin û lêpirsîn bê kirin li dadgehê serlêdana îtîraz kir. Dadgehê heta niha bersivek ne daye serlêdana îtîrazê. Ne hat zanîn ku serdozger derbarê kesê binavê Faruk Işik ê ku girêdayî mutîtiya Pasûrê ya ku bûye sedema şewatê de lêpirsîn daye destpêkirin an na. Tê payîn ku sedema şewata û îhmala wê de dê rapor were amade kirin û li benda raporê ne.