Bavê Aydin Erdem: Ji miriyê me jî ditirsin 2016-12-05 09:30:50 AMED - Li Amedê di 6'ê Kanûna 2009'an de xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ji aliyê kesên ku tê gotin polîsin bi ve hat qetilkiirn û ligel ku 7 sal li ser bûyerê re derbas bûn jî hêjî kujer ne hatine dîtin. Bavê Erdem Mahmut Erdem diyar kir ku ew ê îsla nikaribin biçin ser gora kurê xwe û wiha got: "Êdî ji miriyê me jî ditirsin." Li Amedê di 6'ê kanûna 2009'an de di çalakiya ku girtina Partiya Civaka Demokrastîk (DTP) dihat şermezarkirin de xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ji aliyê kesên ku tê gotin polîsin ve hat qetilkitin û hêjî taqil derneketine holê. Birayê Erdem Cengîz Erdem yê ku Rêverbirê DBP Qoserê bû di 13'yê Çileya îsal de li Qoserê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Bavê Erdem Aydinê ku ev 7 sale li ser qetilkirina wî re derbas bûye û hêjî kujer ne hatine dîtin ê li Mersînê dijî Mahmut Erdem diyar kir ku ji ber kurê wî riya têkoşînê hilbijart hat qetilkirin û wiha got: "Kurê min xwendekarekî zane bû. Em bi hev re mezin bûn ji min re ne digot bavo em wekî duhevalan bûn. Aydin bi malbat xwe ve girêdayî bû û ji hevalên xwe pir hez dikir. Di Newroza 1999'an de kurê min li dibistanê pirtûk û çakêtê xwe şewitand û Newroz pîroz kir. Piştî dest bi zanîngehê kir ciwanên taxê kom dikir, ji wan re digot xwe nas bikin û tiştên gelê we dijîn bizanin. Kurê min ji ciwanan re digot 'rabin êdî çavên xwe vekin. Berçavkên keran ên li ber çavê xwe derxînin û li cîhanê temaşe bikin. Em gelê kurd wekî hemû gelên cîhanê heq dikin ku wekî mirovan bijîn. Divê me li dijî zext û zilmê li ber xwe bidin'." Erdem anî ziman ku qatilên ku zarokên kurdan qetilkirine ne hatine dîtin û wiha pêde çû: "Armenca necezakirina qatilên ciwanên kurd ji ber zextên dewletê yên li ser gelê kurd e yek ji vê pergalê ye. Armanca wan ewe ku ew bêjin çi em bêjin temam vê dixwazin. Dixwazin em serê xwe bitewînin. Lê em jî serê xwe natewînin. Ev qas qetlîam û zext nîşan didin ku ew çiqas lewazin. Kurê min Cengîz par hat qetilkirin. Kurê min rêvebirê DBP'ê û mamosteyê zimanê kurdî bû. Ji ber kurê min mamosteyê kurdî û birayê Adin bû gelek bi ser wî de hatin. Piştî kurê min ji mal derket hat qetilkirin. Dibêjim wan Cengîz qetil nekirine. Doza wî jî didome. Me tucaran nexwest ku ev qas xwîn bê rijandin. Em naxwazin tu kesek bimire. Em naxwazin qatilên kurê min jî bimirin. Ligel hemû mirinan jî divê şîdet neyê parastin û di aştiyê de israr bê kirin. Wekî ji saxbûna me ditirsin ji miriyên me jî ditirsin. Ev 7 sale min kurê xwe bi tenê ne hiştiye lê ez îsal nikarim biçim ser gora wî. Şert û mercên şer destûr nadin vê yekê. Lê di demek kin de bi saya ciwan û şehîdên me em ê bi awayek azad biçin ser gora zarokên xwe û û vegerin gel gelê xwe." DOSYA BÊYÎ KU BÊ VEKIRIN HAT GIRTIN Parêzerê malbata Erdem û endamê Komîsyona Hiqûqê yê HDP'a Amedê Abdullah Zeytun diyar kir ku ligel derbarê bûyerê de gelek gotinên şahidan hene jî serdozger biryara bêşopandinê ye û wiha domand: "Di rojên destpêkê yên lêpirsînê de hewldan delîlan veşêrin, ji ber bêdengî û alîgiriya dozger ya di vê derbarê de biryara bêşopandinê hat dayîn û doz li ber girtinê ye. Wekî dosyayên din rakirin. Doysa niha li DMME'yê ye û em hêvî dikin ku dê demek kin de biencam bibe. Ji ber dadgeh di bûyerên wiha de ji ber berpirsyar bên cezakirin lêpirsînek baş nade meşandin û hêzên ewlehiyê ji polîrîkayên bêcezakirinê ya dewletê hêzê digirin. Aydin Erdem ji ber êrîşên keyfî yên polîsan jiyan xwe ji dest da. Hêzên ewlehiyê ji ber polîtîkayên bêcezakirinê bi rihetî pêkanînên keyfî û şîdetê bikartînin. Ji ber van sedeman mirina Aydin Erdem ji hemû mirinên din re dibe mînak. Ger em baweriya ku hêzên ewlehiyê ji politîkaya bêcezakirinê digire bnirxînin her çiqas ji dadgehê tirkiyeyê de encamek naye bidest xistin jî lê em ê şopdarê dosyayên wiha bin." DERBARÊ DOZÊ DE Derbarê bûyera ku Aydin Erdem jiyana xwe ji dest da de li destkûka Mal Polîsan a Midûryeta Polîsan a Amedê 6 gule hatin ditin. Di lêpirsîna hatî kirin de polîsên bi navê S.B.,V.O. û T.M. ên TEM'ê diyar kirin ku gule roja bûyerê berdane hewayê û derket holê ku ji çekên wan derketîne. Di çarçoveya lêpirsînê de çekên 61 polîsên ku liherêmê peywir dar bûn û 7 guelyên li cihê bûyerê û 6 gukeyên li destşuka Mala Polîsan hatin dîtin anîn ber hev. Li gorî rapora hat amade kirin gule ji çekên S.B.,V.O. û T.M. ên TEM'ê ne derketine. Derbarê polîsên ku xwestin delîlan ji holê rakirin de tu lêpirsînek nehat destpêkirin. Polîsên ku bi ji holêrakirina delîlan hatin sûcdar kirin di parastina xwe de gotin "ji bo gule nekevin destê kesên xirap me ji cihê bûyerê kom kirine" û dozger ev gotinên polîsan têr dîtin û ser dosyayê de girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê diyar kir ku şahidekê ku dibêje Erdem ji aliyê kesekî rûyê wî girtiye ve hatiye qetilkirin heye û derbarê lêpirsînê de biryar neşopandinê da. Lê derbarê îdîaya ku xwe dispêre îfadeya şahidekê de di salekê de tu pêşketin çênebû û kesê ku digotin heye jî nehat tesbîtkirin ka kiye. Dozder her wiha komkirina guleyan a polîsan û avêtina wan a destşûyê jî wekî "niyeta baş" dît. Parêzerê ÎHD'ê yên Amedê, ji bo biryara neşopandinê bê rakirin serî li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dan û biryara neşopandinê hat rakirin. Lê di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûn. Bi hinceta kujerên bûyerê ne hatine dîtin ji bo dosyayê biryara "legerîna berdewamî" hat dayîn û dosya kirin dolabên bi toz ên dadgehê. Li ser vê yekê parêzerên malbata Erdem bi hinceta lêpirsînek baş û bi bandor nehatiye meşandin di sala 2012'an de ji bo dozê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.