Li Şirnexê şahidê 246 rojan 2016-12-05 09:31:06 ŞIRNEX - Li Şirnexê S.Î. ya ku bû şahidê qedexeya 246 rojan û tiştên ku jiyan kir vegot diyar kir ku ji salên 90 heta niha tiştek neguheriye û armaç koçberkirina gelê kurd e. Li Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan a 8 meh berdewam kir de gelek malbatên şirnexî mecbûr man malên xwe biterikînin. Lİgel hemû êrîşan hin mirov jî ji bo bajar neterikînin li ber xwe dan. S.Î. ya di 246 rojan de tenê 2 caran ji bo alîkariyê bîne ji bajar derket tiştên ku di dema qedexeyê de jiyan kir bi dîhaberê re parve kir. S.Î. ya ku dayika 2 zarokan e diyar kir ku di dema qedexeyê de ji malên xwe derneketine û wekî wan tenê çend malbat li taxê manê. S.Î. bi gotina "me gelek zehmetî kişand" dest bi axaftina xwe kir diyar ku ji bo zarokên xwe yên biçûk gelek caran li 155 geriyaye ji bo zarokên xwe pêdiviyên wekî şîr, paç xwestiye lê her carê bersiva "tuneye" dane wê. Dayikê bilêv kir ku di dema qedexeyê de di lingê keça wê ya astengdar a 2 salî de birîn derketiye û kêm girtiye û wiha axivî: "Herî kêm 40 caran me telefonî ambulansê kir. Lê telefonên me jî venekirin. Ji me re digotin li 155 bigerin. Digton dê alîkariya we bê kirin. Lê me tu alîkarî jî nedît." DI 8 MEHAN DE TENÊ 3 KOLÎ ALÎKARÎ HAT DAYÎN S.Î. got ku 8 mehan li Şirnexê mane û di nava vî demê de jî tenê 3 koliyên alîkariyê gihîştiye wan û wiha berdewam kir: "Zarokên min digiriyan, tiştekî xwarinê tunebû. Baran dibarî, min firaqên xwe datînîber baranê ji bo av tijî bibe lê ji ber tank û topan em nikaribûn derkevin derve jî. Ava me birîn, ceryana me diçû û dihat. Wİsa dibû ku me tiştekî xwarinê nedidît." Dayikê anî ziman ku wan rojan kurê wî yê 3 salî derketiye ber deriyê mala wan di nava çend deqîqeyan de polîs bi wesayîtên zirxî hatine û careke jî polîsekî dijûn lê kirine, gotinên nebaş ji wê re gotine. S.Î. got ku di qedexeyê de bi mehan êşa diranan kişandiye lê ne bijîşk ne jî ambulansan xizmet nedane wan. S.Î. yê di berdewamê de wiha got: "Dîsa birayê min bi hevser û 2 zarokên xwe ve li qiraxa mala me diman. Birayê min şevekî nexweş bû. Lê me çi kir nekir birayê min nebirin nexweşxaneyê. Heta em li wezaretê jî geriyan. Ji me re gotin şer heye em nikarin bên. Piştî ku rewşa birayê min giran bû em careke din li 155 geriyan vê carê jî ji me re gotin bînin salona sporê. Ji bo ku birayê min bibin me zarok li malê hişt û bi şev derketin. Tarî bû. Ez û bûka me milên birayên min girt û me bir. Ceryan, şebeke tunebû. Nikarin li kesekî bigerin. Herî dawî me gazî kurapê min kir. Me gote tu were li vir bimîne em biçin cem zarokan. Ew ma em vegeriyan. Ji birayê min re gotina li wir şer heye hûn ji wir werin cem tumenê. Herdu bi wî halî çûne cem tumenê. Ew ji wir girtine û birine cihekî din. Ew tazî kirine, îşkence li wan kirine. Piştre jî ji bo di destên wan de nemîne birine nexweşxaneyê. Bi rojan me ji wan agahî negirt. Tu agahî nedadidan me. Me gelek tişt jiyan kir lê dîsa jî vî gelê dev ji Şirnexê berneda." 'HETA HÛN TAXA ME NETERIKÎNİN EM NAKEVIN HUNDIR' S.Î. got ku wan rojan jin, kal û pîrên taxê hatine cem hev û bi gotina "Em ê dev ji Şirnexê bernedin" meş li dar xistine. S.Î. diyar kir ku piştî dest bi meşê kirine polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya wan girtine û wiha axivî: "Ji polîsan yekî pirsa 'ev çi ye ' kir, gote me qedexe aniye hûn meşê li dar dixin. Pirsa tu ji kû yî ji min kir min jî gote ez ji vir im. Gote di qedexeyê de tu ji vir derneketiy min jî gote na, ev der mal û axa min e. Wê demê gule berdan hewa. Me ji wan re jî got em ji çekê natirsin. dijun li me kirin û xwestin em bikevin hundir lê me li ber xwe da. Me ji wan re gote heta hûn taxa me neterikînin em ê nekevin hundir." 23 SAL DERBAS BÛ LÊ TAKTÎK HEMAN TAKTÎK E S.Î. destnîşan kir ku pez, berx, mirişkên wê yên kurt ketine di dema qedexeyê de hemû hatine şewitandin, tiştên ku îro dijîn ji 93'yan cudatir nîne û wiha got: "Di 93'yan de jî bi vî rengî hatin, leşkeran malên me şewitandin, quruşek jî nedan me. Hevserê min û bidayika xwe ya pîr ve jinû ve dest pê kirin. Cerdevanan hemû tiştên me dizîn. Lê 20 salan zêdetir dem derbas bû em dîsa heman tiştan dijîn. Gelek caran me ev êş jiyan kiriye lê bi wan re nebûn yek em nabin jî em li pey doza xwe ne. Em kurd in." 'EM Ê BI SERKEVIN' S.Î. got ku bi tank û topan êrîşî bajar hatiye kirin, bajar hatiye tunekirin û wiha axivî: "Ligel tank û topan em ê serkeftinê bi wan nedin jiyankirin. Ligel vê yekê jî em ê bi ser kevin." S.Î. herî dawî jî got ku lige hemû tiştên ku jiyan kirine dê tucaran axa xwe neterikînin.