KCD'ê saziyên civakî yên sivîl ên Mêrdînê ziyaret kir 2017-06-07 16:52:43 MÊRDÎN - Heyeta KCD'ê ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî di nav de çend roj mayî ji kongreya wan re saziyên civakî yên sivîl ên Mêrdînê ziyaret kir. Heyeta Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) ku di navde Hevseroka KCD'ê Leyla Guven endamên diwana KCD'ê Hîlmî Aydogdu û delegeyên KCD'ê yên Mêrdînê jî heyî ji beriya kongreya bê li darxistin saziyên sivîlên civakî yên Mêrdînê serdan kirin. Heyet ji bo guhdarkirina saziyên civakî yên sivîl, bajar bi bajar digerin û saziyan serdan dikin. Ji bo kongreya ku di rojên pêş me de bê li darxisitin, ji devê saziyên sivîl ên civakî pirsgirêkên gel guhdar dikin û fikirê wan guhdar dikin. Heyata ku di seetên sibê de ji Amedê hat Mêrdînê serî de Konseya Bajarê Mêrdînê, Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yê Mêrdînê, Odeya Dermankaran (Eczacılar Odası), Odeya Pîşesazî û Ticaretê û KESK serlêdan kir û ew gundar kirin. Piştî ku heyetê serlêdan xilas kirin dîsan zivirîn Amedê.