Rojnameger Akdemir hat bîranin 2017-06-08 11:35:15 AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), bi komek rojnameger re nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemir ê di sala 1992'an de li Sûrê ji aliyê Hîzbî Kontra ve hat kuştin, bi bîr anî. Komek Rojnameger, di pêşengiya Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) de Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8'ê Hezîrana 1992'an de ji aliyê Hîzbî Kontra ve hat kuştin, li taxa Îskenderpaşa ya Sûrê bi qurnefilan bibîr anî. Rojnamegeran li kolana ku navê Akdemir lê hatiye kirin wêneyên Akdemîr danîn û qurnefil tanîn derdorê wêne. Di bîranînê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û axaftin hat kirin. Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan, diyar kir ku 25 sal berê di şexsê rojnameger Akdemir de xwestin dengê çapemeniya azad qut bikin, lê 25 salin ev kevneşopî berdewam dike û astengiyan nas nake. Boltan, da zanîn ku bi xêra têkoşîn û kevneşopiya Akdemîr rojnamegerî û têkoşîn pêş xistine û hatine vê astê. Boltan, da zanîn ku di dîroka mirovahiyê de Akdemîr wekî winda dê zanîn û hêj zextên li ser çapemeniyê bi dawî nebûne. Boltan, bilêv kir ku hişmendiya di sala 1992'an de bi kuştina Hafiz xwest dengê çapemeniya azad qut bike îro dîsa bi tundî û polîtîkayên cuda vê feraseta xwe berdewam dike. Boltan, herî dawî destnîşan kir ku ew dê têkoşîn û kevneşopiya Akdemir berdewam bikin û mezintir bikin. Rojnamegeran piştî daxuyaniyê wêneyê Akdemir danîn kolanê û qurnefil danîn pêş wêne.