Bloka Aştiyê: Aştî û şer pirsgirêkekî cidî ye 2016-12-05 12:59:02 STENBOL - Hevberdevkên Bloka Aştiyê Ayşe Erzan û Bahadir Altan têkîldarî gotinên Serokomar Erdogan ên "Em ji bo hikumdariya zalim Esad bi dawî bikin ketin Sûriyeyê daxuyanî dan û wiha gotin: "Şer û kartî pirsgirêkekî ku divê ji hikûmetan re neyê hiştin cidî ye." Hevberdevkên Bloka Aştiyê Ayşe Erzan û Bahadir Altan têkîldarî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên "Em ji bo hikumdariya zalim Esad bi dawî bikin ketin Sûriyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku bi sernavê "Em xwedî li mafê xwe yê di nava aştiyê di jiyankirinê derdikevin" de wiha hat gotin: "Gotinên serodewlet ên di serî de ji bo Şerta Neteweyên Yekbûyî, peymanên navnateweyî û çalakiyên ku di hiqûqa li cihanê tê qebûlkirin de, dipejirîne û piştre jî paşve dikişîne tenê bêcidiyetî nîne di heman demê de ji bo welat tehdîdekî mezin e. Dewletek xwe tevlî karên hundir ên welatekî din bike, hikûmet û dewleta wî ya desthilatdar bi hêzê hilweşîne ev armanca wan hebe ji bo vê yekê jî hêz3en çekdarî bişînin li axa wî welatî en jî yekîneyên çekdarî ava bike yan jî piştgiriyê bide ev di nîzama hiqûqî ya cihanê de wekî sûc tê nirxandin û sûc e. Şer û aştiyê pirsgirêkekî cidî ya ji hikûmetan re divê neyê hiştin e. Tehamula me li dijî gotinên lihevnegirtî ve bi qedera bi sedhezaran mirovan ve lîstîn re jî tuneye. Jiyanekî di nava aştiyê de tenê daxwazekî razber nîne di heman demê de mafekî ku bi peymanên navneteweyî hatiye dayîn e. Di nava sînorê welatê xwe de em ê xwedî li vî mafê derkevin û qet nebe em deyndarî zarokên xwe ne."