Malbata Mujgan Ekîn serî li ÎHD’a Amedê da 2016-12-05 13:11:49 AMED - Malbata Mujgan Ekîn a ku 43 roj berê li Enqereyê hatibû binçavkirin û jê agahî nayê girtin vê carê jî serî li Şaxa ÎHD’a Amedê da. Malbata Mujgan Ekîn a li semta Batikentê ya Enqereyê di 24'ê cotmehê de hat binçavkirin û 43 roj in jê agahî nayê girtin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da. Li ser navê malbatê meta Ekîn, Emîne Ozmen û xizmên wê hatin komeleyê bi Serokê Şaxa ÎHD’ê Racî Bîlîcî re hevdîtin pêk anîn û derbarê aqûbeta Ekîn de agahî dan Bîlîcî û rêveberên ÎHD. Piştî malbatê agahî da, rêveberên ÎHD’ê jî serlêdan qebûl kirin û ÎHD diyar kir ku ji bo dîtin û agahî sitendina Ekîn dê di nav liv û tevgerê de bin û çi bikeve ser milê wan dê pêk bînin. Piştî serlêdanê malbat ji avahiya ÎHD’ê veqetiya.