Li ber qereqolê teqîn 2017-06-09 13:11:29 ÊLIH- Li Têketina bajaroka Kaniye Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê li ber qereqolê teqînekî dijwad çêbû. Hate hînbûn ku birîndar hene. Li bajaroka Kaniye Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê li dijî qereqola cendirmeyan bi wesayîta bombebarkirinê çalakî pêk hat. Di teqîna ku bi dengekî mezin pêk hat de qereqolê zirakeke mezin dît. Ji ber teqînê camên hin malan şikest. Piştî bûyerê gelek ambulansên ku hatin hetin birîndar birin nexweşxaneyên Êlih û Hezoyê. Hate hînbûn ku di teqînê de li gorî agahiyên ewil hatine bi destxistin 2 jê leşker 4 kes birîndar bûne.