'Doza Gemsiz bi bêcazakirinê re rû bi rûye' 2017-06-09 13:15:31 STENBOL - Parêzeran ji bo biryara veşartina dosyayê ya der barê doza Pinar Gemsiz a li malê ji aliyê polîsan ve hat kuştin bê rakirin serlêdan kirin. Prz. Sinan Zîncîr, diyar kir ku doza Gemsiz jî wekî dosyayên din bi bêcazakirinê re rû bi rû ye. Bavê Gemsiz Nurhamza Kaya jî diyar kir ku ger polîsan ev bûyer nekiribûya ew qas dirêj nedibû. Li navçeya Sultangazî ya Stenbolê di 16'ê Gulana 2016'an de polîsan bi ser mala Pinar Gemsîz de girt û li malê ew qetil kirin. Di ser kuştina dayika 3 zarokan Pinar Gemsiz re 13 meh derbas bûn. Tevî ku 13 meh derbas bûn jî di lêpirsîna dosyayê de tu guhertin tune ye. Parêzerên girêdayî Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), diyar kir ku ji bo Serdozgeriya Komarê ya Gaziosmanpaşa biryara veşartinê ya dosyayê rake, serî li Dadgeha Sulh Ceza ya Gaziosmanpaşa daye. Piştî serlêdana dadgehê parêzerên OHP'ê û u bavê Gemsiz Nurhamza Kaya, li ber edliya Gaziosmanpaşa daxuyanî dan. Prz. Ferhat Bogatekin, ji bo dosyayên demek dirêje der barê wan de biryara veşartî heye bê rakirin serî li dadgehê dane. Prz. Ferhat Bogatekin diyar kir ku ji bo lêpirsîn bi lez bi encam bibe dê şopdarê dozê bin. Bavê Gemsiz Nurhamza Kaya jî anî ziman ku wan daxwazên xwe anîne ziman û wiha got: "Dozger jî anî ziman ku dê hewl bidin ku bi encam bikin. Înşallah dê pêşketinek çê bibe. Em jî dê dozê bişopînin. Em niha bawer dikin ku ji sedî 100 polisan kuştiye. Ji ber ku ger polîsan wisa nekiribûya ew qas dirêj ne dibû. 13 meh derbas bû lê hêj encamek tune ye. Prz. Sinan Zincir jî anî ziman ku der barê lêpirsinê de bi qasî misqalekê gav nehatiye avêtin û wiha got: "Li gorî pêşveçûnê wisa xuya dike ku dixwazin ser dosyayê bigirin û polîtîkayên bêcazakirinê dimeşînin. Ji bo biryara veşartina bê rakirin me serlêdan kir. Em dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn jî bidin.