Di hefteya 80’mîn de ji bo Tarih Elçî edalet xwestin 2017-06-09 15:07:45 AMED - Baroya Amedê Serokê baroyê Tahîr Elçî ku li Sûrê hat qetilkirin di hefteya 80’mîn de bibîr anî û banga edaletê kirin. Baroya Amedê ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li Sûrê hat kuştin li pêş edliya Amedê daxuyanî dan. Rêveberên Baroyê di hefteya 80’emîn de kom bûn u pankarta wêneyê Tahîr Elçî û silogana "Em te ji bîr nakin" nivîsandibûn vekirin. Endamê Baroya Amedê Mahsun Batu, diyar kir ku 80 hefteye çalakiyan pêk tinin û li edaletê digerin û wiha got: "Tevî 80 hefte derbas bû dîsa kujerên Tarih nehatin dîtin. Em her hefte heman diştî tinin ziman. Êdî em bêzar bûn. Lê hêj tu gav nehatiye avêtin. Me 100 daxwazname bi daxazên cuda dan rayedaran. Lê tu daxwazên me pêk nehatin. Heta ku kujer bên dîtin û darizandin em dê lêgerina xwe ya edaletê berdewam bikin." Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.