Li Şirnexê li dijî binkeya leşkerî êrîşek pêk hat: 2 leşker mirin 2017-06-09 20:16:12 ŞIRNEX - Li bajaroka Gindikê Melê ya Şirnexê li dijî Qereqola Cendirmeyan a Mîllî êrîşek pêk hat. Li gor agahiyên bi dest ketin, di êrîşê de 2 leşker mirin û 3 leşker jî birîndar bûn. Li dijî Qereqola Cendirmeyan a Mîllî ya ku nêzî bajarokê Gundikê Melê ya Şirnexê ye êrîşeke çekdarî pêk hat. Piştî êrîşê pevçûn qewimîn. Li gor agahiyên bi dest ketin di pevçûnan de 2 leşker mirin û 3 jê jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Her wiha li gor ragihandinên çavkaniyên herêmî, bi helîkopteran herêm tê gulebarankirin û Besta û derdora wê jî bi hawan û obusan tê bombebarankirin.