Jinên kurd, ereb suryanî di refên pêş de şer dikin 2017-06-10 09:09:28 REQQA- Şervanên jin ên kurd, ereb, suryanî ku di nava eniya Quveta Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya Şerê Mezin ê Reqqayê de cihê xwe digirin, ji bo tola xwe ji DAÎŞ'ê hilînin bi lez ber bi Reqqayê ve dimeşin. Endama YPJ'ê Sema Sarya wiha got: "DAÎŞ'ê li Rojhilata Navîn hemû qadên jiyanê kuşt. Ji bo vê yekê berê bi kuştina jinan dest pê kirin. Jin li dijî hişmendiya DAÎŞ'ê dimeşin Reqqayê." Quveta Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji bo Reqqayê ji DAÎŞ'ê rizgar bike û teslîmî gelê Reqqayê bike şerê mezin daye destpêkirin û şer bi dijwarî didome. Şerê Mezin ê li Reqqayê di roja 5’an de berdewam dike. Taxa El Meşleb û taxa Sehebiyê ji destê DAİŞ’ê hat paqijkirin. Li taxên ku ji DAİŞ'ê hatin rizgarkirin xebatên lêgerînan mayin û teqemeniyan tên kirin. Şerê di navbera şervanên QSD’lê DAİŞ’ê de bi dijwarî berdewam dike. Di şerê li dijî DAİŞ’ê de 17 hêzên leşkerî cihê xwe digirin. Di nava van hêzan de di eniya herî pêş de şervanên jin ên kurd, ereb, suryanî cihê xwe digirin. Jinên endamên YPJ'ê diyar dikin ku ji bo tola xwe ji DAÎŞ'ê bigirin di ref û eniya herî pêş de cihê xwe digirin. Endama YPJ'ê Sema Sarya, diyar kir ku ji bo axa Rojava ji destê DAÎŞ'ê rizgar bikin Pêngava Xezeba Firatê dan destpêkirin û wiha got: "Demek dirêj e ji bo em Reqqa rizgar bikin me pêngavek daye destpêkirin. Bi mehan e em li dijî DAÎŞ'ê şerekî dijwar dimeşînin. Me di şerê li dijî DAÎŞ'ê de qadek mezin a Rojava ji DAÎŞ'ê rizgar kir. Niha em di pêngava dawî de ne. Niha taxa El Meşleb a eniya rojhilatê Reqqayê û taxa Sehebiyê ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. Em di nava koma yekem a ketin Reqqayê de cihê xwe digirin. Ketina me ya Reqqa berdewam dike. Em niha li navenda bajar tax bi tax pêşve diçin. Di refê herî pêş de jin cihê xwe digirin. Em wekî şervanên YPJ'ê girîngiyek pir mezin didin vê hamleyê. Wekî her demê niha jî em di eniya herî pêş de cihê xwe digirin. DAÎŞ'ê li Rojhilata Navîn hemû qadên jiyanê kuşt. Ji bo vê yekê pêk bîne herî her tiştî jin kirin hedefa xwe. Jin li dijî hişmendiya DAÎŞ'ê şer dikin û dimeşin Reqqayê. Em niha li Reqqayê li dilê DAÎŞ'ê dixin." JINÊN EREB: EM HESAB DIPIRSIN Ji endamên YPJ'ê û jinên ereb Sozdar Jin jî diyar kir ku ji bo ew Reqqa rizgar bikin heta niha bedelên mezin dan û wiha got: "Niha şerekî pir dijwar heye. Me di şer de 2 tax ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir. Me gelek çek û cebilxane ji destê DAÎŞ'ê girt. Di hedefa hemû jinên şervan de tunekirina DAÎŞ'ê heye. Niha me jinên kurd ereb, suryanî destê xwe daye hev û em li dijî hişmendiya DAÎŞ'ê şerê mezin dimeşînin. Em ji niha û şûnde destûr nadin ku hêzên tarî û DAÎŞ li ser vê axê bijîn. Em wekî jinên ereb dê tola xwe ji DAÎŞ'ê bistînin." JINÊN SURYANÎ: ME JINAN MIL DA HEV Û LI DIJÎ DAÎŞÊ ŞER DIKIN Şervana jin û Fermandara Hêza Parastina Jinan a Bethnahrin Mişel Devriye jî diyar kir ku jinên Sûryanî di bin eniya Bethnahrin tev li pêngava rizgarkirina Reqqayê bûne. Mişel Devriye, ani ziman ku ji şerê Şedadê, Hol û Minbiçê heta niha li dijî DAÎŞ'ê di eniya herî pêş de cih digire û şer dike û wiha got: "Niha em di nava Reqqa de pêş ve diçin. Em dê di demek herî kin de Reqqa rizgar bikin. Şervanên jin ji bo Reqqa rizgar bikin têkoşîna herî mezin û berxwedanek mezin nîşan didin. Em jin li dijî hêza tarî a DAÎŞ'ê bûn yek. Me mil daye hev û em şer dikin. Em kolan bi kolan, mal bi mal pêş ve diçin û gav bi gav Reqqayê ji destê DAÎŞ'ê rizgar dikin. Em dê tevahiya Reqqa ji destê DAÎŞ'e rizgar bikin. Nazım Daştan - dihaber