Baymiş ê hat berdan: Gelek girtiyên wekî min nexweş girtî ne 2017-06-10 10:31:10 ÎZMÎR - Nîhat Baymiş ê li girtîgehê bi nexweşiya penceşêrê ket û li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan diyar kir ku her çend hatibe berdan jî ne keyfxweş e û got: “Gelek kesên di heman rewşê de dijîn girtî ne. Ez li pişt xwe dinêrim. Ez derketim lê kar naqede.” Nexweşê pençeşêrê Nîhat Baymiş ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 4 a Şakranê hat berdan, ji ber nexweşiya wî giran bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Îzmîrê. Baymiş ku ji 9’ê Gulanê heta niha tedawiya kemoterapî dibîne, piştî Saziya Tiba Edlî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da duh hat berdan. Baymiş piştî hat berdan ji nexweşxaneyê derket ji ber nexweşiya xwe 11 kîlo dane. Baymiş, ku asta dawî ya nexweşiya xwe dijî tê payîn ku dermankirina wî li Stenbolê bê domandin. Baymiş tiştên li girtîgehê jiyan û rewşa girtiyên nexweş vegot. ‘ZEXTÊN ÎDARÊ JI BO KUŞTINÊ YE’ Baymiş, diyar kir ku zextên li ser girtiyên siyasî her diçe zêde dibin, girtiyên xweş jî nesîbê xwe ji vê digirin û wiha got: “Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re zext û pêkanînên keyfî yên li ser girtiyên siyasî jî zêde bûn. Ji ber sewqnekirin û ne birina nexweşxaneyan rewşa girtiyên nexweş girantir bû. Rewşa hemû hevalên me wiha ye. Gelek hevalên me yên bi vî rengî hene. Nayên dermankirin ji ber neyanê derman kirin nexweşî pêşde diçe. Zextên îdara girtîgehê wekî ji bo kuştinê ne. Polîtîkayek bi vî rengî tê pêkanîn. Ji min re jî destpêkê gotin xwîn rijiyaya hundirê te lê pençeşêr derket.” JI DAXWAZNAMEYA GILÎKIRINÊ RE LÊPIRSÎN Baymiş, da zanîn ku li girtîgehê nexwşbûyîn tê wateya li benda mirinê mayîn û wiha pêde çû: “Midûrê girtîgehê, dozger û gardiyan bi hev re tevdigerin. Serlêdana nexweşxaneyan tê astengkirin. Dema tê astnegkirin hûn gilî dikin lê daxwaznameya we paşde tê. Dozgerê girtîgehê yekser vê asteng dike. Guneş Xanim heye ew jî astneg dike, daxwaznameyên we dernakevin derve. Ji ber daxwazname hatine nivîsîn derbarê me de girtek hatine girtin. Em ji Mala Çavdêriyê ya ÎHD’ê re daxwazname dinivîsin lê naçin. Me çend caran ji bo girtiyên nexweş CHP dawet kir, derbarê me de girtek girtin. Gotin tiştên ne rast dibêjin. Derbarê me de lêpirsîn hat vekirin. Kesên nexweş li hundir tenê benda mirinê ne mad ê benda çi bin?” BANGA HESTIYARIYÊ Baymiş, anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û wiha bang li raya giştî kir: “Divê ji bo hevalên me yên nexweş bi hestiyartir bin. Divê zêdetir zext bikin. Ger wiha nebe dê hevalên me yên hundir jiyana xwe ji dest bidin. Hevalek me yê nexweş derdikeve du roj piştre ji ber nexwedîkirinê jiyana xwe ji dest dide. Em li benda hestiyariyek cidîn ne. rewşa hevalên me pir giranin. Dema eleqedarbûyîn tune be jî hevalên me xirap dibin. Bi hezaran wekî min hene.” 'JI BER DERKETIME KEYFXWEŞ NABIM’ Baymiş ku pişt 7 salan cara yekemîn derket bexçeyê nexweşxaneyê wiha axivî: “Ji ber hatime berdan nikarim keyfxweş bibim. Gelek tiştên ku hîs dikim li derve tune ne. Ji ber gelek kesên wekî min hene. Ez li pişt xwe dinerim. Er ê ez derketim lê kar naqede. Ji bo alîkariyê bidim van kesan ligel nexweş bim jî divê ez bêhtir têbikoşim. Divê ez van hevalan bigihînim raya giştî. Ligel min keyfxweşiya berdanê tune ye. Hevalên min hene ku roj bi rojê dihelin. Gel hemû girtiyên nexweş bên berdan wê demê dikarim keyfxweş bibim. Lê keyfxweşiyek ku niha dijîm tune ye.” Cîhan Başakçioglu - dihaber