Leşker tankan sewqî qereqolên ser sînor dikin 2017-06-10 11:23:00 ŞIRNEX - Leşkerên girêdayî TSK'ê gelek tang sewqî qereqolên li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê kirin. Li Şirnexê liv û tevgera heşkerî bê navber berdewam dike û leşker sewqî herêmên operasyonan tên kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerên girêdayî TSK'ê tang û çekan bi TIR'an sewqî qereqolên li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê dikin. Çavkaniyan diyar kirin ku li Qereqola Beska ya li ser sînorê Qilebanê qereqolên gundên Taşdelen û Işikveren ên Şirnexê tang hatin sewqkirin.