Helîkoptera Skorsky li Çelê rastî êrîşa bi roket hat 2017-06-10 16:52:26 COLEMÊRG - Operasyona li herêma Colemêrgê didome. Di operasyonê de helîkoptera skorsky ku zêdeyî 10 leşkerên payebilind hebûn rastî êrîşa endamên PKK'ê ya bi roket hat. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku şervanên HGP’ê li geliyê Şehîd Cûdî roket avêtiye helîkopterê û helîkopter xistiye. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku şervanên HPG’ê yên herêma Eyaleta Zapê li dijî leşkeran operasyonek pêk anîne. Şahidan destnîşan kirin ku li girên Koordîne û Hawanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê şopandine, 8’ê Hezîranê saet 21.30’î derbeke li helîkoptera bi tîpa skorsky dane ku ji bo hêzê biguherîne hatibû qadê. Şahidan, da zanîn ku ji 3 aliyan ve helîkopter ketiye ber guleyan, derb xwariye û ketiye geliyê Şehîd Cûdî. Piştî vê operasyonê balafirên keşfê, balafirên şer, helîkopterên kobra ên TSK'ê , destwerdana herêmê kiriye. Qerqodeya helîkopterê û cenazeyên leşkerên ku hatine kuştin ji qadê dûr xistine. Li gorî agahiyên berdest du jê pîlot 14 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Çavkaniyan da zanîn ku TSK'ê di 9’ê Hezîranê ber êvarî li ser qadê giştî kefş kiriye û bi balafirên şer qadên Ertûş, Karker û Kokerê bombe kiriye. Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) jî heman agahî piştrast kir û diyar kir ku helîkopter li navçeya Çelê rastî êrîşa bi roket hatiye. DHA jî di nûçeya xwe de diyar kir ku helîkoptera skorsky, saet di 21.00'an de li ser sînorê navbera Çelê û Bakurê Iraqê êrîş pêk hatiye û helîkopterê darp xwariye. DHA, di nûçeyê de destnîşan kir ku Skorsky ku rastî êrîşê hatiye ji neçarî daketiye xwar û piştre gelek helikopterên kobra sewqî herêmê hatine kirin.