Guven: Bi AKP'ê pirsgirêk çareser nabe 2017-06-10 17:42:45 WAN - Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ziyaretên xwe yên saziyên sivil yên bajaran didomîne. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di çarçoveya ziyaretan de Odeya Bazirganiya ya Wanê ziyaret kir û diyar kir ku bi AKP'ê pirsgirêk çareser nabin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) piştî li Amed, Êlih û Mêrdînê saziyên sivîl û civakî ziyaret kirin, çûn Wanê û li Wanê Odeya Pîşesazî Bazirganiyê ya Wanê (VATSO), Odeya Yekîtiya Ajokaran, Yekîtiya Bazirganî û Pişesaziya Organize (OSEB), Odeya Yekîtiya Eczaciyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ziyaret kir. Heyeta KCD'ê li ÎHD'ê ji aliyê reveberan ve hat pêşwazîkirin. Di ziyaretê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li vir axaftinek kir û diyar kir ku KCD sîwana hemû saziyên sivîl ên civakî yênk li Kurdistanê ye û wiha got: "Sedema hemû pirsgirêkên îro li Tirkiye rû dide neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane neyên çareser kirin wekî Birêz Ocalan jî gotiye dê mekanîka darbeyê têkeve meriyetê. Tu projeyên AKP'ê yên çareseriyê tune. Pirsgirêka kurd bi AKP'ê çareser nabe. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan 18 salin didome. Ger ku çareseriyek demokratîk bê kirin jî divê berî her tiştî tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê bi brêz Ocalan û gelê kurd re muzakere bê kirin. Bêyî Ocalan bi muhatabên cuda re pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Îro bi van polîtîkayên AKP'ê û vê rewşa AKP'ê pirsgirêk çareser nabe. Piştî axaftina Guven, heyetê bi saziyan re hevdîtin kirin.