Emniyetê nehişt serlêdana staja wê bê qebûlkiri! 2017-06-11 09:15:41 ANTALYA- Polîsan gef li zanîngehê xwar û destûr neda ku xwendekar H.S. li Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Akdenîzê stajê bike. Xwendekara Pola 3'yemîn a Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Akdenîzê H.S., ji bo stajê serî li beşa xwe da. Fakulteyê daxwaza staja H.S. qebûl kir. H.S. xwe akade kir ku di 19'ê Hezîranê de dest bi stajê bike. Lê dema H.S. ji bo stajê ewraqên sîgortayê amade dikirin, rêveberiya dibistanê gazî wê kir û diyar kirin ku staja wê hatiye betalkirin. Li ser vê yekê H.S. hinceta betalkirina stajê dipirse. Wiha bersiva wê tê dayîn: "Ji ber der barê te de lêprisîneke bi endamtiya rêxistinê heye, ji ber ku tu bêyî destûr ketiyî dersxaneyan û ji ber cezayê te yê dîsîplînê ku dema tu ji yûrdê hatî avêtin li te hatiye birîn staja te hatiye betalkirin." H.S., anî ziman ku di dema serlêdana stajê de wê ji rayedara re gotiye ku berê cezayekî wê yê dîspîlînê hebûye, lê belê li gel vê jî tu astengî nedabûn ber wê. H.S., dest nîşan kir ku paşê dekantiyê ewraxa betalkirina stajê daye wê û wiha got: "Bi sernavên sûcên xwendekar, gelek sedem hatine rêzkirin. Ji ber van sedeman kaxezeke bi îmzeya dekan ku li ser 'ji ber van sedeman nikare li dibsitana me stajê bike' nivîsandî dan min." ‘HEKE STAJÊ NEKIM DÊ DIBSITANA MIN SALEKE DIN JÎ BIDOME' H.S., anî ziman ku fakulteyê bi devkî jê re gotiye ku muduiryeta polîsan ji wan re gotiye "Hûn çawa stajê bi van xwendekaran didin kirin" û ji bo pirsgirêk dernekeve wan staj betal kiriye. H.S., diyar kir ku heke ew ji bo stajê cihekî nebîne, dê dibistana wê saleke din jî bidome.