Êzîdiyekî penaber li kampê ji ber îhmalê mir 2017-06-11 09:24:12 MÊRDÎN - Nexweşê bi navê Hesen Mirado ku li kampa penaberên êzidî ya li Midyadê dima, ji ber ku bijîşkên kampê lê nenirîn û ji ber ku nikaribû pereyê tedawiyê yê nexweşxane jê dixwest bide mir. Nexweşê bi navê Hesen Mirado (65) ji ber bêr îhmalkariya kampa penaberên êzidî ya Midyadê, di 31'ê Gulanê de mir. Li gor agahiyên hevjîna Hesen Şîrîn Evdo, beriya ku Hesen bimire bi 5 rojan nexweş ketiye û ji ber diranên wî xwîn hatiye. Şîrîn diyar kir ku ew roja yekem çûne Nexweşaneya Dewletê ya Midyadê lê bijîşk jê re gotiye ku "sibê werin em ê gargareyê bidin we" û wiha got: "Wî jî got 'ev bijîşk karê me bi rê ve nabin. Gargareyek li malê heye ez ê wê bi kar bînim'. Piştî 4 rojan em dîsan çûn Midyadê. Dema hemşîreyê li devê wî niherî, em şandin Mêrdînê. Mêrdînê jî em şandin Êlihê. Dema dîtin rewşa wî nebaş e, gotin 'em ê razînin, lê şevê milyar û nîvek pere divê'. Min jî got, em penaber in, em nikarin pere bidin, ji xwe ez û ew bi tenê dijîn. Li Êlihê nerazandin û em dîsan zivirîn Mêrdînê. Wê şevê jiyana xwe ji dest da." 'EZ DU MEH NEHATIM TEDAWÎKIRIN' Şîrîn da zanîn ku bijîşk wan karê wan bi rê ve nabin û wiha axivî: "Du mehan gurçika min êşiya, lê îdareya kampê ez neşandim nexweşxaneyê. Em perîşan û bê çare ne." Piştî ku Hesen jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî birin Şengalê û li wir defin kirin. Rayedarên AFAD'ê der barê mirina Mirado de gotin ku tiştek wisa nîn e û agahiyên şaş ji we re hatine dayîn. Lê bele rapora mirinê ya Mirado ku ji aliye Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ve hatiye dayîn rayedarên AFAD'ê vala derdixîne.