‘Xeyalên Barzanî ji ber Tirkiyeyê binketin’ 2017-06-11 09:24:59 ENQERE - Prof. Dr. Ahmet Ozer, derbarê biryara “referanduma serxwebûnê” ya li Herêma Federal a Kurdistanê diyar kir ku ev mafê kurdan ê diyarkirina qedera xwe ye û wiha got: “Ji ber helwesta Tirkiyeyê xeyalên Barzanî hilweşiyane û ev hilweşîn ji roja DAÎŞ’ê êrîşî Kerkûkê kiriye heta niha didome.” Rêveberiya Barzanî ku ji destpêkê ve bi hevgirtina xwe ya bi Tirkiyeyê re hebûna xwe didomîne, ji ber biryara “referanduma serxwebûnê” rastî bertekên hişt ên Tirkiyeyê tê. Wiha bû ku gefên “emê bi mertalên Dîcle vê rawestînin” tên xwarin. ‘MAFÊ KURDAN ÊN DIYARKIRINA QEDERA XWE HEYE’ Prof. Dr. Ahmet Ozer tiştên ku berî û piştî biryarê li Herêma Federal a Kurdistanê hatin jiyîn nirxandin. Ozer diyar kir ku ji ber du sedeman mafê rêveberiya Herêma Federal a girtina vê biryarê û wiha got: “Ya yekemîn, ji xwe di qanûna bingehîn a Iraqê de mafek wiha heye. Ya duyemîn jî li gorî hevpeymanên gerdûnî her gel dikare qedera xwe diyar bike. Ev maf ne tenê ji bo hevqetînê ji bo yekgirtinê jî dikare bê bikaranîn. Du sedemên ku Barzanî ev mijar anîn rojevê heye. Ya yekemîn Barzanî bi Bexdayê re li hev nakin. Ya din jî xeyalek kurdan ya wiha heye, wesiyeta bavê wî heye û berê bimire ew jî dixwaze navê xwe li dîrokê binivîse. Hêjî dê referandum çêbibe û dê çi ji referandumê derbikeve ne diyare.” DOSTÊ TIRKAN TENÊ KURDIN Ozer, li ser pirsa çima Tirkiye li dijî vê daxwaza Barzanî ye wiha bersiv da: “Tirkiye ji ber geşednên li Rojava ditirse ku dê kurdên li welatê tê wî di pêşerojê de ji welat veqetin. Lê ev tirsek şaşe. Yekane dostê Tirkiyeyê Herêma Federal a Kurdistanê ye. Bi Îran, Iraq, Sûriyeyê re di nava şer de ye, bi DYA’yê re li hev nake û ji Rûsyayê jî cuda bûye. Yekane piştgiriya bazirganî, zîraat, sanayî Barzanî ye.” XEYALÊN BARZANÎ HILWEŞIYAN’ Ozer, anî ziman ku ji ber Tirkiyeyê Bazranî hilweşîna xeyalî dijÎ û wiha axivî: “Ev hilweşîna xeyalî ne ji roja îro ji dema DAÎŞ’ê êrîşî Kerkûkê kir heta niha didome. Barzanî wê demê ji Tirkiyeyê alîkarî xwest û wê demê dît ku Tirkiye alîkarî nake û ji wê demê heta niha hilweşîna xeyalên xwe dijî. Lê ligel vê jî Barzanî dixwaze têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bidomîne. Tirkiye dibêje birayê min ê Fîlîstînî di nava Ereban de dewletekê dixwaze û ev mafeke qedîme. Lê dema li Rojhilata Navîn ev ji bo kurdan dibêje mijara gotinê dibêjin standarta cudaker. Wê demê ji bo Fîlîstînê jî tiştek wiha ne xwaze. Dema ji bo kurdan yekitî dibe mijara gotinê divê li benda biryara wan neyê sekinandin. Beşek ji tevgera kurd bi çek beşek jî bêçeke… divê tewrê PKK û PYD’ê bê şopandin. Divê li tewrê partiyên din ên kurd bê nêrîn. Mafê gel ê diyarkirina qedera xwe heye.”