Kelekela Rojhilata Navîn e 2017-06-11 11:09:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya M. Emîn Yildirim di quncikê rojnameyê de bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn êş û janên zayinek demokratîk dikişîne. Yildirim, anî ziman ku Qatar wekî hedef hat nişandan û Qatarê li ser Sûriye û Rojhilata Navîn siyasetek pir xerab daye meşandin. Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya M.Emîn Yildirim, di quncikê xwe yê îro de cih da ziyareta Serokê DYA'yê Trump a Erebîstanê û geşedanên li Qatar û Rojhilata Navîn. Yildirim, diyar kir ku Rojhilata Navîn êşên zayîneke demokratîk dikêşe û wiha got: "Hema bêje tevahiya herêma Rojhilata Navîn bihost bi bihost dikele. Gelek sedemên vê rewşê hene, lê ya herî sereke demokratîknebûna Rojhilata Navîn e. Herî dawî Qatar ket rojevê. Bi rojevbûna Qatarê re Kendav her ku diçe germ dibe. Serdana Trump a li Rojhilata Navîn bandora xwe dide xuyakirin. Qatar weke hedef hat hilbijartin. Li ser pirsgirêkên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn Qatarê siyasetek pir xeter meşand." Yildirim, da zanîn ku Qatar û Erdogan mil dan hev û wiha berdewan kir: "Bi her awayî piştgiriya çeteyên faşîst DAÎŞ, Nûsra hwd. kir. Qatar û Erdogan mil dan hevdû û di vê polîtikaya xwe ya dermirovahiyê de tu exlaq û pîvan nedan berçavan. Niha tê xwestin ku Qatar bi şêwazekî bê terbiyekirin. Qatar li hemberî koalîsyona navneteweyî, Amerîka û dewletên ku helwesta xwe diyar kirine ew ê nikaribe zêde li ber xwe bide. Peyama ku di ser Qatarê re tê dayîn esas ji bo Îran û desthilatdariya Erdogan e. Bandora vê li ser desthilatdariya AKP’ê ew ê di pêşerojê de hîn bêtir bê dîtin. Sedema ku Îran dikeve rojevê bi rewşa Sûriyeyê ve girêdayî ye." Yildirim, bibîrxist ku ji bo Îran bibe hedefa koalisyona navneteweyî divê li Sûriyeyê çareseriyek pêş bikeve û wiha berdewam kir: "Heta li Sûriye çareserî pêş nekeve rastûrast ew ê Îran nebe hedefa koalîsyona navneteweyî. Niha zemînê ku bibe hedef tê amadekirin. Careke din tê dîtin ku netewe dewletên li Rojhilata Navîn jî siyaseta hegemonîk ya navneteweyî jî li ser eksena mezhebî ya şîa û sunnî tê meşandin. Ev siyaset jî aqil û zihniyetê netewe dewletê jî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re qet nabe çareserî hîn zêdetir êş, xwîn û xeterî ew ê bide jiyandin. Tenê yek çareserî heye ew jî paradîgmaya neteweya demokratîk e. Faşîstê Sedam û Beşar Esad çi êş , zehmetî, mirîn û rondikên çavan bi civaka Iraq û Sûriyê daye jiyandin li ber çavan e." Yildikim, daxuyand ku Erdogan û AKP li şûna dersê derxin bêtir polîtikayên împaratoriyê dimeşîne û wiha got: "Ya muhîm Îran ew ê bikaribe ji van mînakan dersê derxe yan na? Rewşa desthilatdariya AKP’ê û Erdogan jî wisa ye. Li Tirkiyê piştî Enver Paşa heta niha ne li hundir ne jî di siyaseta navneteweyî de tu caran ewqasî faşîzm û dagirkerî esas nehatiye girtin. Li şûna ku Erdogan û AKP ji rastiyên li Rojhilata Navîn dersê derxe pirtir ew siyaseta împaratoriya Osmanî, îslama desthilatdarî û di faşîzmê de israr dike. Li Rojhilata Navîn li hemberî guherîn û veguherînê aqil û îradeya xwe bi Qatarê re kirine yek. Rexmî hemû pevçûnên dawîn dîsa jî AKP baregehên leşkerî li Qatarê xurt dike. Esas bi vê şêwazê hem teşhîr dibe hem jî ne mimkun e ku bandora aloziya Qatarê lê nebe. Zêdetir îsrarkirina vê siyasetê dê bibe sedema têkçûna împaratoriya faşîst a Erdogan." Yildirim, herî dawî bal kişand ser derfetênk gelan û çareseriyê û wiha bi dawî kir: "Ji bo vê gelek derfet hene. Di serî de têkoşîna azadiya gelê kurd û heke ew civaka ku bi piranî ji dagirkeriya AKP’ê ne razî ye baştir xwe bi rêxistin bike tu sedem tune ne ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê têk neçe. Di destpêkê de jî me anî ziman; bi rastî Rojhilata Navîn dikele. Siyasetên hegemonîk ên navneteweyî hewl didin Rojhilata Navîn careke din li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Rejîmên desthilatdar ên netewedewletan li hemberî guherîn û veguherînê li ber xwe didin ku emrê xwe dirêj bikin. Di van siyasetan de li ser navê mirovahiyê, azadî û demokrasiyê dê tiştek dernekeve. Tam jî di vê noqteyê de Şoreşa Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi rastî pir girîng e. Bi Sûriyeya federal a demokratîk encax deriyê demokratîkbûna Rojhilata Navîn bê vekirin. Derveyî vê çare nîn e."